Artêşa Sûriyeyê dixwaze bikeve Siwêdayê: Rêbertiya Ruhanî ya Durziyan daxuyanî da
Piştî şer û pevçûnên çekdarî yên ku 3 roj in li parêzgeha Siwêdayê ya Sûriyeyê didomin, Rêbertiya Ruhanî ya Durziyan ragihand ku ew bi kêfxweşî pêşwazî hêzên Wezaretên Karên Navxwe û Parastinê yên Sûriyeyê dikin.

Rêbertiya Ruhanî bangî hemû komên çekdar kir ku bi saziyên dewletê re hevkariyê bikin û çekên xwe radest bikin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Rêbertiya Ruhanî ya Durziyan ve hatiye belavkirin de hat gotin:
“Ji bo rêlibergirtina parçebûn, rijandina xwînê û bêserûberiyê, em vegera saziyên ewlehî û leşkeriyê yên dewletê ya nava bajêr bi erênî pêşwazî dikin.”
Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku divê komên çekdar ên li Siwêdayê li dijî bipêşveçûna hêzên dewletê dernekevin û çekên xwe radestî Wezareta Karên Navxwe bikin.
Rêbertiya Ruhanî her wiha destnîşan kir ku ji bo çareserkirina bûyeran divê bi Hikûmeta Sûriyeyê re diyalog were destpêkirin û saziyên dewletê bi hevkariya gel ji nû ve werin birêxistin.
“Me daxuyanî qebûl kir ku em rê li ber rijandina xwîna zarokên xwe bigirin”
Di heman demê de Rêberê Durziyên Sûriyeyê Şêx Hîkmet Hecerî îro daxuyaniyeke vîdeoyî belav kir û ragihand:
“Piştî gelek dan û standinên bi Şamê re ku em negihiştin ti encaman û ti dilsozî di dan û standinan de nebûn daxuyaniya ku me demek berê belav kir, ji aliyê Şamê û bi zexta dewletên derve bi ser me de hat ferzkirin.
Me ev daxuyaniya şermezarker qebûl kir da ku em rê li ber rijandina xwîna zarokên xwe bigirin lê wan soz û peymanên xwe bin pê kirin û topbarana li ser sivîlên bêguneh domandin.
Sûriyeyiyên ji hemû olan! Ev roj, roja çarenûsê ye; yan em dê hemû bibin Sûriyeyiyên rasteqîn û zilm û riswabûnê red bikin an jî bi dehan salan sernizmî li benda me û zarokên me ye.
Li ser vê bingehê bangî Umeta Tewhîdê (Durzî) ya li her derê dikim; ev rawestaneke bi rûmet e. Em li rastî şerekî qirkirinê yê berfireh hatine.
Divê her kesê ku xîreta dîn û namûsê dike, rabe ser pêyan û rawestaneke dîrokî û bêhempa nîşan bide.
Bangî we dikim, ey mirovên xwedî xîret û rûmet, li her derê û ji her welatî!
Mezin û biçûk, jin û mêr, divê hûn bi hemû derfetên xwe li dijî vê êrişa hovane derkevin.”
Qedexeya derketina derve
Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê Nureddîn Baba ji televîzyona dewletê ya Sûriyeyê re axivî û da zanîn:
“Em bersiva bangên alîkariyê yên xelkê didin û bi aliyên çalak ên li parêzgehê re di nava hevahengiyê de ne.”
Nureddîn Baba diyar kir ku armanca plana ewlehiyê ya ku ji aliyê Wezaretên Karên Navxwe û Parastinê ve hatiye amadekirin, “ji nû ve serwerkirina desthilata dewletê û bêçekkirina komên çekdar ên neyasayî ye”.
Fermandarê Ewlehiya Navxwe Ehmed Delatî jî ragihand ku li navenda bajarê Siwêdayê ji saet 08:00ê sibehê ve qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.
Ehmed Delatî got, “Ji bo ewlehiya xelkê sivîl divê her kes li malên xwe bimîne.”
Îdiaya destwerdana Îsraîlê
Li aliyê din, artêşa Îsraîlê jî ragihand ku wan destwerdan di pêşhatên herêmê de kiriye.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee îdia kir ku wan li başûrê Sûriyeyê hinek tankên ku ber bi Siwêdayê ve diçûn kirine hedef û diyar kir ku ev yek ji bo Îsraîlê gefê çêdike.
Şer û pevçûnên li Siwêdayê
Piştî xortekî Durzî ji aliyê eşîrên Erebên Bedewî ve hat revandin bûyerên revandina tolhildanê veguherîn şer û pevçûnên çekdarî.
Hat ragihandin ku di pevçûnên 3 rojan de hejmara kesên ku mirine 100 derbas kiriye û di nava kuştiyan de sivîl, jin, zarok û leşkerên ser bi hikûmetê ve hene.
Çavkaniyekî ji Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ji medyaya Sûriyeyê re ragihand ku wan hêzên leşkerî sewqî Siwêdayê kirine lê komên Durziyan êrişî hêzên artêşê kiriye, 18 leşker kuştine û 9 leşker jî dîl girtine.