Bi dehan ton alîkarî ji nexwaşxaneyên Hewlêrê re hate pêşkeş kirin

Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî bi piştevaniya Rêxistina Hemahengî û Piştevaniya Almanya zêdetir ji 50 ton alîkarî pêşkeşî nexwaşxaneyên Hewlêrê kir.

30 Tebax 2022 - 11:27
30 Tebax 2022 - 11:27
 0
Bi dehan ton alîkarî ji nexwaşxaneyên Hewlêrê re hate pêşkeş kirin

Serokê Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed ji rojnamevanan re got: ‘’Ew alîkarî ji bo piştevaniya sektora tenduristiya Hewlêrê giringe û cîhê pêwîst tejî dike. Ji ber wê jî hemû hewldanên me ji bo tejî kirina û derbas kirina kêmasyên di vê sektorê de heye ji bo wê ye ku xizmeta herî zêde ji xelkê Kurdistanê re dike.’’

Alîkariyên ku hatine kirin pêktên ji pêdiviyên bijîşkî, textên nexwaşxaneyan û amûrên rojane yên bijîşkan ên ji bo kontrola nexwaşan û çavdêriya nexwaşan in.

Ev nûçe bi tevahî 457 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:53:54