DAIŞê li nêzîkî Tikrîtê êrişî Heşda Şeibî kir

Çekdarên DAIŞê li başûrê bajarê Tikrît yê Iraqê êrişî hêzên Iraqî û Heşda Şeibî kirin û herî kêm 5 serbaz û milîs kuştin.

5 Îlon 2019 - 04:55
5 Îlon 2019 - 04:55
 0
DAIŞê li nêzîkî Tikrîtê êrişî Heşda Şeibî kir

Çavkaniyekî ewlehiyê li parêzgeha Selahedîn ya Iraqê ragihandiye, duhî bi şev çekdarên DAIŞê li devera Mikêşîfiye li başûrê bajarê Tikrît (navenda parêzgeha Selahedîn) êrişî hêzên Iraqî û Heşda Şeibî kirin.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de herî kêm 5 serbazên Iraqî û çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin, komek jî birîndar bûn.