Dijeterora Kurdistanê: 2 çekdarên PKKê li gundekî Raperînê 2 hatin kuştin
Li gundê Boskênê yê girêdayî Îdareya Serbixwe ya Raperînê, 2 kes ji aliyê droneke Tirkiyeyê ve hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniyeke Dijeterora Kurdistanê, Droneke Tirkiyeyê îro pêş nîvro komeke çekdaran li gundê Boskênê yê li dareya Serbixwe ya Raperînê kire armanc.
Dijeterora Kurdistanê aşkere kir, di encamê de 2 çekdar hatin kuştin û 2 jî birîndar bûne.
Gundê Boskênê 3 kîlometreyan li bakurê rojhilatê qezaya Ranyayê dikeve.
Ji ber alozî û pevçûnên di navbera PKK û artêşa Tirkiyê de li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê, heta niha bi dehan gund vala bûne û ji bilî ziyanên canî, zirar û ziyaneke mezin gihiştiye welatiyên deverê.
Ji sala 1984’an û vir ve aloziya di navbera Tirkiye û PKK’ê de didome û li gorî amarên nefermî di şer de zêdetirî 40 hezar kes hatine kuşti