Li Kobanê 2 kes di êrîşeke Tirkiyê de birîndar bûn
Di encama topbarana artêşa Tirkiye de, 2 kesên sivîl li gundekî Kobanê birîndar bûn.
4 Adar 2023 - 11:59
4 Adar 2023 - 11:59
0

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, artêşa Tirkiye gundê Bixdîk ê li rojhilatê Kobanê bi topbaran kir û di encamê de 2 kesên sivîl birîndar bûn.
Her wiha di topbaranê de ziyan gihişt hejmarek xanî, mal û milkên gundiyan.
Roja 1ê Adarê de jî, hêzên Tirkiyê bi çend topên hawinê êrîşî gundên Xerbestan û Goran li rojhilatê Kobanê kiribûn.