Wezareta Çavkaniyên Xwezayî: Divê Îraq û civaka navneteweyî rê li ber êrişan bigirin

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ji bo “rêgirtina li êrişên din ên li ser sektora enerjiyê ya Kurdistanê” bangî Hikûmeta Îraqê û civaka navneteweyî kir.

17 Tîrmeh 2025 - 11:32
17 Tîrmeh 2025 - 11:32
 0
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî: Divê Îraq û civaka navneteweyî rê li ber êrişan bigirin

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê li ser êrişên li parzûngehên petrolê yên Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Dilgiraniyeke me ya kûr ji ber berdewamiya van êrişan heye û em van êrişên terorîstî bi tundî şermezar dikin.

Êriş li dijî saziyên enerjiyê yên li Herêma Kurdistanê tên kirin û metirsiyê li ser welatiyan û ewlehiya karmendên sivîl ên sektora enerjiyê çêdikin.”

Wezaretê her wiha ragihand:

“Em bangî hemû aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Federal û civaka navneteweyî dikin ku ji bo parastina canê welatiyên sivîl ên deverê, karmendên sivîl, ewlehiya enerjiyê û rêgirtina li êrişên din ên li ser sektora enerjiyê ya Kurdistanê bikevin dewrê.”

Çi bûbû?

Demên dawiyê êrişên dronî yên li parzûngehên petrolê yên Herêma Kurdistanê zêde bûne.

Dijîterora Kurdistanê ragihand ku îro bi rêya 3 dronên bombebarkirî êrişî 2 parzûngehên petrolê yên Zaxoyê hatiye kirin.

Dezgeha Dijîterora Kurdistanê îro di daxuyaniyekê de belav kir:

“Li gorî agahiyên me, saet 06:00 û 06:15ê sibeha îro bi rêya du dronên bombebarkirî êrişî parzûngeha petrolê ya DNOyê ya li Pêşxabûra Zaxoyê hat kirin.”

Her wiha di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin, “Saet 07:00ê sibehê bi rêya droneke bombebekirî êrişî ser parzûngeha petrolê ya DNOyê ya li Tawkêya Zaxoyê hat kirin.”

Danê sibehê saet 07:14an û êvarê jî saet 19:10an Parzûngeha Petrolê ya Baedreyê 2 caran hat bombebarankirin.

Ti ziyanên canî çênebûne lê zerereke mezin a madî heye.

Hat diyarkirin ku piştî êrişê agir bi parzûngehê ketiye û tîm hewl didin agir bitemirînin.

Li gorî şopandina Tora Medyayî ya Rûdawê di nava vê mehê de 16 êrişên bi dronan li Başûrê Kurdistanê hatine kirin û 6 ji wan êrişan li parzûngehên petrolê bûne.