HPG û Tirkiyê bîlançoyên dawî ragihandin

Hêzên Parastina Gel (HPG) di daxuyaniyekê de ragihand ku li herêma Zapê, Xakûrkê û Amediyê di çalakiyên cuda de gêrîlayên wan 8 serbazên Tirkiyê Kuştine. Herwiha Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî ragihand ku serbazekî wan li herêma oparasyona Pençe Kilît ji aliyê PKKî ve hatiye kuştin.

22.09.2022, Per - 05:13

HPG û Tirkiyê bîlançoyên dawî ragihandin
Nuçe Belav bike

Navenda Çapemenî û Ragihandina HPGê roja borî 21ê îlonê çarşemê ragihandiye ku ji 18 Îlonê ve di çalakiyên cuda de li herêmên Zapê, Xakûrkê û Amêdiyê yên ku dikevin nav axa Herêma Kurdistanê wan 8 serbazên Tikriyê kuştine.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê her îroragihand ku li Başûrê Kurdistanê di çarçoveya operasyona artêşa wî welatî ya bi navê “Pençe-Kilîd” de çawişekî pispor ê bi navê Muhammed Karaçam hatiye kuştin û du serbazên wan jî birîndar bûne.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê di vê daxwiyaniya li ser malpera xwe ya fermî belav kirîn de dibêje ku ev serbazê wan di encama êrişeke PKKê ya bo ser wan de hatiye kuştin û her du serbazên din yên ku navê wan eşkere ne kirîn jî birîndar bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 444 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:54:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x