Cîgirê Yekemîn ê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl ragihand, ew navçeyên ku pêşmergeyan rizgarkirine dê vegerin ser Kurdistanê.
Di yekemîn roja Cejna Qurbanê de Cîgirê Yekemîn ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl çû navçeya Xurmatû û serdana Hêzên Pêşmerge kir. Resûl piştî pîrozkirina cejna pêşmergeyan got: "Em ji bo pîrozkirina cejna birayên xwe yên Pêşmerge hatine. Ew zêdetirî 3 salan e li vê eniyê berevaniya kurd û Kurdistanê dikin. Di cejnê de jî mal û zarokên xwe bicîh hiştine û li vir in. Ew di oxira Kurdistanê de şehîd dibin. Lewma em hatin beşdarî cejna wan bibin, bi hevre xwarina cejnê bixwin."
Kosret Resûl ji bo referandumê jî got: "Biryar hatiye dayîn li hemû navçeyên Kurdistanê referandum were kirin. Ew cihên ku Pêşmerge lê ne û bi destê Pêşmerge hatibine rizgarkirin dê vegerin ser Kurdistanê."
Navçeya Xurmatu ser bi parêzeha Selahedîn a Iraqê ye û nêzîkî 100 km ji navenda parêzgehê, bajarê Tikrîtê ve dûr e. Xurmatû yek ji navçeya Kurdistanê ye ku dikeve sînorê madeya 140ê ya destûra Iraqê. Hejmara gelheya navçeyê 220 hezarin. 55% jê kurd in, 15 ereb in û 30 jî tirkmen in.