Bahçelî piştevaniya êrişên nijadperst ên li dijî Amedsporê dike

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî li êrîşa nîjadperest a li dijî Amedsporê ya li Bursayê xwedî derket û got: “Cihekî bi navê Amed nîne. Ez alîgirên Bursasporê silav dikim. Ez wan ji bo helwesta wan a netewî pîroz dikim."

07.03.2023, Sal - 11:07

Bahçelî piştevaniya êrişên nijadperst ên li dijî Amedsporê dike
Nuçe Belav bike

Tîma Amedporê ku li bajarê Bûrsayê hem berî lîstikî li otelê rastî êrîşê hatibûn hem jî di dema lîstikê de li stadyuma Bursasporê ji aliyê lîstikvanên Bursasporê ve rastî erîşa fizîkî û devkî hatibûn û sloganên nijadperest li dijî wan hatibûn bilindkirin.

Erîşa nijadperest a li dijî tîma Amedsporê gelek karvedanan bi xwe re anîn.

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di komcivîna partiya xwe ya îro de piştevaniya xwe bo êrişên nijadperst ên li dijî Amedsporê nîşan da.

Derbarê êrişê li dijî lîstikvanên Amedsporê de Bahçelî got: “Ji bo me cihekî bi navê Amedê nîne û divê behsa Amedsporê neyê kirin. Ez alîgirên Bursasporê silav dikim û ji ber helwesta wan a neteweyî wan pîroz dikim.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 294 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:38:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x