PWKyê li Amed, Mêrdîn û Batmanê belavokên ji bo Roja Zimanê Kurdî belav kir

Rêvebir û endamên Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) roja 15.05.2024ê, bi minasebeta Roja Zimanê Kurdî, belavok belav kirin.

15.05.2024, Çar - 17:33

PWKyê li Amed, Mêrdîn û Batmanê belavokên ji bo Roja Zimanê Kurdî belav kir
Nuçe Belav bike

Rêvebir û endamên Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) roja 15.05.2024ê, bi minasebeta Roja Zimanê Kurdî, li Amed, Mêrdîn û Batmanê  êlegên ku li ser wan ‘’Zimanê Kurdî Hebûna Me Ye’’, ‘’Zimanê Kurdî Rûmeta Me Ye’’ hatibû nivîsandin ve belavok belav kirin.

Amed

PWKyîyan li Amedê ji gereka Ofîsê heta Balikçilarbaşi, di nav gel da,  belavok belav kirin.Di dema belav kirina belavokan da, endam û rêvebirên PWKyê bi sloganên xwe jî gelê me dawetî lêxwedîderketina zimanê kurdî kirin. Paşê PWKyîyan seredanan Mala Dengbêjan kirin û ji bo xebata wan ji bo zimanê kurdî spasîya dengbêjan kirin.

Qoser/Mêrdîn

Li Navçeya Qoserê ya Mêrdînê , di destpêka çalakîyê da, ji Cadeya Ruhayê  heta Qada Azadîyê, rêvebir û endamên PWKyê di nav gel da belavok belav kirin. Paşê li Qada Azadîyê endamê Meclîsa PWKyê Nezîr Gelerî daxuyanîya PWKyê ya di derbarê Roja Zimanê Kurdî da xwend.

Batman (Êlih)

PWKyîyan roja 15.05.2024ê,  li Batmanê (Êlih), bi minasebeta Roja Zimanê Kurdî, ji Cadeya Ruhayê  heta Qada Azadîyê di nav gel da belavok belav kirin. Di destpêka çalakîyê da, li destpêka Cadeya Gulîstanê, Serokê Teşkîlata Batmanê ya PWKyê Azîz Ozdemîr kurte axaftinek ji bo ziman û roja zimanê kurdî kir. Paşê, rêvebirê  PWKyê Bahoz Bozkûrt daxuyanîya PWKyê ya di derbarê Roja Zimanê Kurdî da xwend. Paşê rêvebir û endamên PWKyê di nav gel belavok belav kirin.

Li ser belavokên ku li Amed, Mêrdîn û Batmanê hatin belav kirin weha hatibû nivîsandin:

‘’Roja Zimanê Kurdî Pîroz Be

Zimanê Kurdî Hebûna Me Ye

Perwerdeya Bi Zimanê Kurdî Mafê Me Ye

Bila Zimanê Kurdî Bibe Zimanê fermî’’

‘’Rocê Ziwanê Kurdkî Pîroz B0

Ziwanê Kurdkî Biyayîşê Ma Yo

Perwerdeyo Bi Ziwanê Kurdkî Heqê Ma Yo

Wa Ziwanê Kurdkî Bibo Ziwanê Fermî’’

Gelên Amed, Mêrdîn û Batmanê eleqeyeke germ nîşanî vê çalakîya PWKyê kirin.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 952 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:18:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x