Li Kurdistanê ji bo cara yekem moletên ajotinê bi sîstema dîjîtal tên derxistin

Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, sîstema nû ya dîjîtal a dayîna moleta ajotinê li Herêmê hat aktîvkirin

24.08.2022, Çar - 12:49

Li Kurdistanê ji bo cara yekem moletên ajotinê bi sîstema dîjîtal tên derxistin
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed û Parêzgarê Hewlêrê Omêde Xoşnaw serdana Rêveberiya Çûnhatinê ya Hewlêrê kir û ji bo cara yekem sîstema nû ya dîjîtal a moleta ajotinê li herêmê hat aktîvkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji nêzîk ve sîstema nû ya dîjîtal a moleta ajotinê şopand û zanyariyên di wê derbarê ji rêveber û berpirsên Rêveberiya Çûnûhatinê wergirtin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotarekê de jî destxweşî li Wezareta Navxwe kir û got: “Em ji demekê ve kar ji bo vê xizmetguzariyê bi awayekî dîjîtal pêşkêş bikin dikin. Ev jî dibe bingehek ji bo komkirina datayên welatiyên Herêma Kurdistanê, ji niha û pê ve em dikarin moleta ajotinê bi awayê eliktironî.”

Di demên borî de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana hejmarek ji sazî û wezaretan kir, ji bo ji nêzîk ve şopandina pêşkeftinên kar û xebatên wan û pêşkêşkirina baştirîn xizmetguzariyan di demek kêmtir de bo welatiyên Herêmê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 379 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:51:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x