Mesrûr Barzanî: Gelê Kurd dev ji mafên xwe bernade

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got, “Divê hilbijartin di çarçoveya yasaya hilbijartineke dadperweran de bên kirin.”

20.03.2024, Çar - 09:25

Mesrûr Barzanî: Gelê Kurd dev ji mafên xwe bernade
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Wezîrê Dewletê yê li Wezareta Karên Derve ya Almanyayê Tobisa Linder re civiya.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Wezîrê Alman Tobisa Linder tekez kiriye ku dê piştgiriya Almanyayê ji bo Pêşmerge û alîkariya Herêma Kurdistanê berdewam be.

Li gorî daxuyaniyê mijara sereke ya civînê, girîngiya rêzgirtina li sîstema federalî ya Îraqê û parastina statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê bû.”

"Gelê Kurdistanê dev ji mafên xwe bernade"

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê kir, “her çende bi awayên cur bi cur ên siyasî, leşkerî, aborî û bi navê yasayî zext li Herêma Kurdistanê tê kirin ku dest ji mafên xwe yên destûrî berde lê gelê Kurdistanê ti carî amade nîne dev ji ser mafên xwe berde.”

Di berdeamiyê jî de Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Em hertim alîgirê hilbijartinan bûne lê divê ew hilbijartinên rewa, demokratîk û destûrî û di çarçoveya yasayeke helbijartinê ya dadperwerane de bin ku garantiya nûnertiya hemû çîn û pêkhateyên gelê Kurdistanê bike.”

Li gorî daxuyaniyê rewşa kampên Herêma Kurdistanê, mijareke din a hevdîtinê bûye û her du alî li ser wê yekê hev ra bûn ku rê li ber vegerandina xwebexş a penaberên ji bo cihên xwe bê vekirin.

Vî nûçeyê tevayî: 155 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:15:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x