Pîrê: Bersiva Bexdayê bo referandomê erênî ye

Endamê polîtburoya YNKê Sadî Ehmed Pîrê derbarê geşedanên dawî ên li Herêma Kurdistanê de diyar dike ku tişta ku tê kirin mafekî yasayî ye û nêrîna aliyên Iraqê û herêma Kurdistanê li ser pirsa referandumê berdewam dibe û heta naha nêrîna aliyan jî baş e.

06.04.2017, Per - 07:34

Pîrê: Bersiva Bexdayê bo referandomê erênî ye
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên ku ji ser BasNewsê hatine girtin, Endamê polîtburoya YNKê Saîd Ehmed Pîre diyar dike ku şandeya Herêma Kurdistanê ya bexdayê karên xwe didomîne û îro li ser meseleya referandumê çûye Bexdayê. Herwiha şande sibê dîsa bi armanca çend mijarên din ên di navbera herdu aliyan de dîsa hevîdtinekê bikin.

Pîrê diyar dike ku Herêma Kurdistanê û Bexdayê li ser mijara referandumê gotûbêj kirine û wiha pê de diçe:" Di encama gotûbêjkirinan de diyar e ku nêrînên aliyên Iraqê jî pir baş e û dijî referandumê nînin, lê ev pirseke pêwîstiya xwe bi gotûbêjê heye û divê Bexda ji wê yekê bê têgeheştin ku tişta tê kirin mafeke destûrî ye û yasayî ya xelkê herêma Kurdistanê ye ku, biryara çarenivîsa xwe bide.''

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1203 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:51:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x