Li gorî nûçeya ku ajansa Reuters'ê de cih digire, Resûl dîyar kir ku xêncî bi deh hezaran pêşmerge û hêzên ewlekarîyê yên li Kerkûkê, ji do bi şev de heta niha, bi kêmî ve 6000 pêşmergeyên din çûne wî bajarî.
Walîyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm jî ji medya Kurdî re da zanîn ku ew şer naxwazin û dixwazin kêşeyên bi Bexda re bi rêkên aştîyane çareser bibin.