Dêrezor - 5 şervanên HSDyê canê xwe ji dest da

Grûpeke çekdar a ser bi rejîma Sûriyeyê ve li Dêrzorê êrişî xaleke HSDyê kir û di encamê de 5 şervanan canê xwe ji dest da.

10.02.2024, Cts - 17:38

Dêrezor - 5 şervanên HSDyê canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Li gorî ajansa nûçeyan a North Presê ku dispêre fermandarekî HSDyê grûpeke çekdar a ser bi hikûmeta Sûriyeyê ve ji herêma rojavayê Çemê Feratê ya din bin kontrola grûpên çekdar ên Îran û Sûriyeyê de ye derbasî bajarokê Şeîfeyê yê rojhilatê Çemê Feratê bûye.

Grûpa çekdar li bajarokê Şeîfeyê yê li rojhilatê Dêrezorê yê di bin konrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye êrişî xaleke HSDyê kir.

Li gorî farmandarê HSDyê di encama şer û pevçûnan de 5 şervanên HSDyê canê xwe ji dest daye.

Herwiha fermandarê HSDyê da zanîn ku şerbanekî wan jî winda ye.

Li aliyê din, 5ê Sibatê jî HSDyê ragihandibû ku li Dêrezorê di êrişeke dronî ya li ser akademiya perwerdeyê de 6 şervanên wan canê xwe ji dest daye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 356 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:26:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x