Qaymeqamê qezaya Çuwarta ya ser bi Silêmaniyê ve, Şaho Osman ji Rûdawê re ragihand, “nêzî demjimêr 13:30 dronekê li ser pira Şêxel Marên a li nêzîkî nahyeya Zelan a qezaya Mawet a Şarbajêrê otomobîleke gerîlayên PKKê kiriye armanc û birîndar hene.”
Şaho Osman herwiha diyar kir, “Di nava otomobîlê de gerîlayekî PKKê birîndar bûye û tîmên tendirustiyê gihîştine cihê bûyerê.”
Qaymeqamê qezaya Çuwarta herwiha ragihand, heta niha birîndarê êrîşa îro bo nexweşxaneyê nehatiye veguhestin, ji ber ku hêj dron li herêmê difire.