Herêma Kurdistan: Bîrên neftê yên Xurmalê di bin kontrolê me daye

Li gor nûçeya ku Rûdawê de hatiye weşandin te gotin ku bîrên neftê yên herêma Xurmala hêja dibin kontrola pêşmerge da ye.

19.10.2017, Per - 09:24

Herêma Kurdistan: Bîrên neftê yên Xurmalê di bin kontrolê me daye
Nuçe Belav bike

Fermandarê Fewca 1 a ser bi Lîwaya 1 a Polîsên Petrol û Gazê Eqîd Ebdul Şeme ji Rûdawê re ragihand, ku hêzên wan ji bîrên petrolê yên Xurmalê paşde venekişiyane û herwiha eşkere kir, ku ew agahiyên ku dibêjin hêzên iraqî dest danîne ser bîrên Xurmalê, ne rast in.

Eqîd Ebdul Şeme tekez kir: “Ez bi xwe niha li ser bîrên petrolê yên Xurmalê me. Agahiyên bi vî awayî ji rastiyê dûr in.”

Kêlgeha Xurmalê ji sala 2008ê ve ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tên birêvebirin. Rojane 110 hezar bermîl petrol ji vê kêlgehê tê berhemanîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1498 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:50:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x