Ji Goranê civîna Kerkûk: Bila Hikûmet bête hilweşandin

Tevgera Goran, hilweşandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest.

23.10.2017, Pts - 06:41

Ji Goranê civîna Kerkûk: Bila Hikûmet bête hilweşandin
Nuçe Belav bike

Tevgera Goran piştî wê civînê daxuyaniyek weşand. Di daxûyaniyê de hatiye gotin ku bimerema dîtina çareseryekê ji rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û dest nîşankirina hin mîkanîzmên nû derbarê rêkeftinên ku bûn sedema krîze hatine dayîn.

Di daxûyaniyê de tê gotin ku Tevgera Goran, bi alikariya Komelê ve jibo hilweşandina kabîneya 8. ya Hikûmeta Herêma Kurdistan û jibo armanca bicih anîna peywîran jiber komkirina piştgiriyên hewcwyî destbi xebatan kiriye.

Berdevama daxûyaniyê de , dibêje divê Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê wî pêwîste dest ji karên xwe berden û yasa û saziya serokatya herêmê nemîne û sîstema siyasî bibe perlemanî. Herweha hikûmeta herêmê helweşe û hikumeteke rizgariya niştîmanî bihê avakirin û dest bi danûstana bike ligel hikûmeta federal li ser şertên destûra bingehîn û bidest xistina mafên netewiyên xelkê Kurdistanê. Serokatiya perlemantoya Kurdistanê ligel firaksyonan hewl dide ji bo lidar xistina civîneke perlemanî û derbas kirina gelê me ji vê rewşê û civata bilinda sIyasî ya Kurdistanî hîç şerîet nîne û divê cihê saziyên şerî li herêmî bigire, daxwaz ji hikumeta federal dikîn îrşên xwe bo ser bajar û navçeyên Kurdistanê rabigire û tolvedana malbatên ku zirar û ziyan gehayne wan bide li Dozxormato û Kerkûk û Xaneqîn û Celewla û şengal û şîxan û Zûmar û Mexmur û navçeyên din.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1516 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:43:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x