Amerîka hişyarî da Iraqê

Pentagon di raportekê de hişyariyê dide welatên Rojhilata Navîn û Iraqê ku di danûstandinên xwe yên ligel hikûmeta Çînê de sînoran derbas nekin.

02.12.2022, Cum - 05:59

Amerîka hişyarî da Iraqê
Nuçe Belav bike

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) raportek belav kir, ku Çînê danûstandinên xwe yên ligel welatên Rojhilata Navîn û bi taybetî Iraqê, di nava sala derbasbûyî de berfirehtir kiriye, Pekîn hewl dide bi rêya aboriyê baregehên xwe yên serbazî li Rojhilata Navîn û Iraqê ava bike.

Alîkarê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê bo Karûbarên Siyasî Colin Kahl ji rojnameya Middle East Monitor re ragihandiye, îdareya Amerîkayê ji nêzîk ve çavdêriya danûstandinên welatên navçeyê û Iraqê ligel Pekînê dike, ji wan jî Iraq û welatên din ên navçeyê ku di encamê de bi ziyangihandina berjewendiyên Amerîkayê danûstandinên xwe yên ligel Çînê dibin asteke berfirehtir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 358 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:24:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x