NATO: Radestkirina daxwazkariyên Tirkiyê dê li gor Peymana Dadgeha Ewropayê be

Sekreterê Giştî yê NATO’yê diyar kir, Swîd û Fînlanda dê ligel Tirkiyê zêdetir kar bikin

14.07.2022, Per - 08:34

NATO: Radestkirina daxwazkariyên Tirkiyê dê li gor Peymana Dadgeha Ewropayê be
Nuçe Belav bike

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg ragihand, Swêd û Fînlanda jî di nav de, PKK di lîsteya terorê ya hemû endamên Yekîtiya Ewropayê de ye. Stoltenberg got ku hevkariya li dijî PKK’ê gelek giring e.

Stoltenberg li Parlamentoya Ewropayê beşdarî rûniştineke li ser encamên Lûtkeya Madrîdê û hevkariya Yekîtiya Ewrûpa-NATO’yê bû. Stoltenberg diyar kir ku NATO ji dawiya Şerê Sar û vir ve nûvekirina herî berfireh a pergalên parastina kolektîf dike.

Stoltenberg diyar kir, Swîd û Fînlanda dê ligel Tirkiyê zêdetir kar bikin û got, Swîd û Fînlanda jî di nav de PKK di lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewrûpayê de ye.

Stoltenberg ragihand, parvekirinên hewalgeriyê, karkirina bi hev re û radestkirina daxwazkiriyan mijareke giring e.

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg derbarê radestkirina daxwazkiriyan ji bo Tirkiyê de jî wiha got, radestkirin dê li gor Peymana Dadgeha Ewropayê pêk bên.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 546 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:16:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x