Şertê Almanyayê yê ji bo Şamê: Parastina mafên pekhate û Kurdan
Rayedarên Hikûmeta Federal a Almanyayê dibêjin ku rewabûna birêvebiriya nû ya Sûriyeyê girêdayî rêzgirtina li mafên pêkhate, Kurdan û mafên mirovan e.

Rayedarên Hikûmeta Federal a Almanyayê dibêjin ku rewabûna birêvebiriya nû ya Sûriyeyê girêdayî rêzgirtina li mafên pêkhate, Kurdan û mafên mirovan e.
Berlînê dilgiraniya xwe ya li ser êrişên li dijî Kurdan ên li Helebê anî zimên û destnîşan kir ku ew hikûmeta nû wekî "muxatabê sereke" qebûl dikin lê performansa wê ji nêzîk ve dişopînin.
Sê berdevkên payebilind ên Hikûmeta Federal a Almanyayê, guherînên stratejîk ên di polîtîkaya Rojhilata Navîn de ji Rûdawê re nirxandin.
Di hevdîtinê de bi taybetî pêvajoya veguhastina siyasî ya li Sûriyeyê, ewlehiya pêkhateyan û zextên li ser Îranê derketin pêş.
"Pîvana me mafên mirovan e"
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê Martin Giese pirsa derbarê êrişa li Helebê ya li dijî Kurdan bersivand û diyar kir ku ew hikûmeta nû wekî "mixatabê sereke" qebûl dikin lê performansa wê ji nêzîk ve dişopînin.
Martin Giese got: "Ev mijar di demên cuda de hatibû nîqaşkirin, wekî roja duşema borî jî me li ser axivî ku em ji ber vê rewşê gelekî dilgiran in.
Helbet em hikûmeta Şamê li gorî wê yekê dinirxînin ka ew çi qasî rêzê li mafên mirovan û mafên hemû beşên civakê digirin."
Giese destnîşan kir ku aştî û aramiya Sûriyeyê di berjewendiya Almanyayê de ye û wiha pê de çû:
"Hikûmeta Sûriyeyê û Ehmed Şer di vê mijarê de ji bo pêwendiyan ji bo me kesekî sereke ye.
Hikûmeta Sûriyeyê soz daye ku pêvajoya veguhastina siyasî bi beşdariya hemû komên civakê bimeşîne û ewlehiya hemû Sûriyeyiyan pêk bîne.
Em dibînin ku tevî hemû zehmetiyan, rewşa siyasî û mafên mirovan li tevahiya Sûriyeyê hinekî baştir bûye.
Lê dîsa jî, em dê di paşerojê de jî hikûmetê li gorî pêşkeftinên di van waran de binirxînin. Ji bo vê yekê jî pêwîst e em bi hev re biaxivin."
Martin Giese derbarê polîtîkaya Almanyayê ya li hemberî Îranê jî agahî dan û diyar kir ku ew hewl didin Supaya Pasdaran a Îranê bixin lîsteya terorê û got:
"Em bi zextên siyasî kar dikin. Di asta Yekîtiya Ewropayê (YE) de, em piştgiriya cezayên nû yên li ser binpêkirina mafên mirovan dikin.
Di vê çarçoveyê de, ew kes û sazî yên ku bi belge hatine piştrastkirin ku tevlî binpêkirina mafên mirovan bûne dê werin cezakirin.
Di nav wan de endamên Pasdaran, polîsên exlaqê û pergala dadweriyê hene."
Berdevkê Wezareta Karên Derve bi bîr anî ku piştî xwenîşandanên “Jin, Jiyan, Azadî" zêdetirî 250 kes û sazî ketine lîsteya cezayan û got:
"Em hewl didin ku li Brukselê Pasdaran wekî rêxistineke terorîst bidin naskirin. Em vê yekê bi tundî dikin da ku hinek aliyên din ên Yekîtiya Ewropayê razî bikin."
"Em xwe ji bo hemû senaryoyan amade dikin"
Berdevkê Hikûmeta Federal Stefan Kornelius jî li ser rewşa giştî ya herêmê got:
"Hikûmeta Federal helbet rewşê dişopîne. Bi hemû amûrên di destê xwe de bala xwe dide ser vê herêmê û vî welatî.
Em rewşê dinirxînin û zexta siyasî dikin. Di daxuyaniyên me de ev yek eşkere ye.
Helbet em dê xwe li gorî her rewşeke nû amade bikin, wekî ku niha li Rojhilata Navîn diqewime."
Dersînorkirina sûcdaran dest pê kir
Bi guherîna rewşa ewlehiyê ya li Sûriyeyê re, mijara vegerandina penaberên ku li Almanyayê tevlî sûcan bûne jî ket rojevê.
Berdevka Wezareta Karên Navxwe Sara Fruhaufê li ser vê mijarê got:
"Wekî ku min berê jî gotibû, em niha li ser vegerandina kesên tawanbar dixebitin.
Heta niha du dersînorkirinên takekesî çêbûne. Dersînorkirinên din jî di planê de ne lê ev tenê ji bo kesên ku tevlî sûcên giran bûne ye.
Ev dosyayên takekesî ne lê em hewl didin ku dersînorkirina tawankaran bi awayekî domdar bimeşînin."
Nûvekirina herî dawî: 12:40:08









































































































































































