Serokwezîrê Belcîkayê: Herêma Kurdistanê hevbeşekî bihêz ê Belcîkayê ye

Serokwezîrê Belcîkayê Alexander De Croo di civîna li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya li Foruma Davosê de ragihand ku Herêma Kurdistanê hevbeşekî bihêz ê Belcîkayê ye.

18.01.2023, Çar - 05:29

Serokwezîrê Belcîkayê: Herêma Kurdistanê hevbeşekî bihêz ê Belcîkayê ye
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Mesrûr Barzanî li Davosê bi Serokwezîrê Belcîkayê Alexander De Croo reciviya. Li gorî daxuyaniya hikûmetê, di civînê de geşepêdana peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Belcîkayê û rewşa Iraq û navçeyê bi giştî hat gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, mijara sereke ya civînê hevkarî û hemahengiya navbera Herêma Kurdistanê û Belçîkayê di warê danûstandina bazirganî û hinartina berhemên çandiniyê yên Kurdistanê bo bazarên Belcîka û Ewropayê bi giştî bû.

Serokwezîr Barzanî spasiya De Croo kir ji bo piştevaniya Belçîkayê bo Herêma Kurdistanê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de.

Barzanî her wiha amaje bi hevdîtina xwe ya li gel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya di çarçoveya serdana xwe ya dawî ya bo Bexdayê de kir û bal kişand ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê di çarçoveya destûrê de.

Li gorî daxuyaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Belcîkayê amaje bi peywendiyên bihêz û çalak ên welatê xwe li gel Herêma Kurdistanê kir û got: “Herêma [Herêma Kurdistanê] hevbeşekî bihêz ê Belcîkayê ye.”

Di civînê de her wiha li ser girîngiya têkoşîna li dijî bandorên neyînî yên guherîna keşûhewayê hate nîqaşkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 209 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:30:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x