Ukraynayê ragehand, 13 dronên Îranê li esmanên Mykolayv hatine xistin.
Berdevkê fermî yê artêşa Ukraynayê îro di daxûyanîyekî ragihand: ‘’Derengê şeva borî heta îro serê sibehê hêzên wan kariye 13 dronên Îranî yên Kamîkaze û cureya ‘Shahed-136’ li esmanên navçeya Mykolaiv a Ukraynayê bixin xwarê.’’
Hêjayî gotinê ye ku bi berdewamî serok û berpirsên payebilindên Ukrayna û çavkaniyên çapemeniya welatên rojava behs dikin ku Rûsya bi dronên Îranî bombebarana paytext û navçeyên cuda yên Ukraynayê dike û vê wek pêşhatekî metirsîdar dinirxînin û dibe ku di pêşerojê de ziyanekî mezin bigehîne Îranê.