Hat ragihandin, Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind diyar kiriye ku pêwendiyên HDPê yên bi PKKê re didome û gotiye: “Bila hesabên HDPê yên alîkariya dewletê bên astengkirin. Daxwaza me ya blokekirinê, bila demildest were cîbicîkirin.”
Doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê, dê di 10ê Çileya 2023an de birêve biçe.
Di rûniştina dozê de, ji bo ku Serdozgerê Komarî yê Dadgeha Bilind Bekir Şahin bi devkî parastina îdianameya girtina HDPê bike, rojek dê were diyarkirin û wê rojê Bekir Şahin li dadgehê amade be.
Piştî Bekir Şahin dê rêveberên HDPê jî li hember îdianemeyê bi devkî parastina xwe bikin.