Ji Tirkiyê daxûyaniya PYD'ê!

Berdevkê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin îro di civîneke çapemeniyê de derbarê rewşa Sûriyê, hevdîtinên Astanayê, helwesta Tirkiyê ya li hember Herêma Kurdistanê û danûstandinên li gel Iraqê axivî.

01.11.2017, Çar - 08:43

Ji Tirkiyê daxûyaniya PYD'ê!
Nuçe Belav bike

Îbrahîm Kalin eşkere kir, ku hevdîtinên Astanayê yên ji bo çareserkirina krîza Sûriyê encamên baş derdixin û da zanîn, ku dê hêzên wan li Idlibê operasyonên xwe berdewam bikin.

Kalin got: “DAIŞ û PYD jî di nav de, heta hemû rêxistinên terorê werin têkbirin dê hewldanên me berdewam bikin.”

Berdevkê Serokomarê Tirkiyê li ser pirsekî da xuyakirin, ku ew qebûl nakin Rûsya PYDê jî tevlê pêvajoya hevdîtinên Astanayê bike û diyar kir: "Kurdên din dikarin di Astanayê de hebin lê grûbên alîgirê PKKê, yên weke PYD nabe beşdar bin.

Her wiha Îbrahîm Kalin tekez kir, ku di dema serdana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de herdu aliyan behsa tekoşîna hevpar a li dijî PKKê kiriye û Tirkiyê ji Iraqê daxwaz kiriye piştî nemana DAIŞê li hember PKKê jî bikevin nava liv û tevgerê.

Kalin di derbarê hebûna PKK'ê li Şingalê de got: “Hebûna PKKê ya Şingalê û Qendîlê hate rojevê. Me daxwaz kir, ku li hember hemû rêxistinên terorê û PKKê bi hevre tekoşînê bikin.”

Berdevkê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin derbarê mijara Deriyê Îbrahîm Xelîl de got: “Pêvajoya radestkirina derî berdewam dike. Hikûmeta Iraqê dê deriyê dewrbigre. Em hêvî dikin ti pirsgirêk dernekeve.”

Kalin balkişande ser wê yekê, ku di dema qeyrana dawî de jî deriyên Îbrahîm Xelîl û Xabûrê nehatiye girtin û diyar kir: “Me nexwest em kurdên Iraqê ceza bikin. Lewma derî nehate girtin. Xeletiyek ji rêveberiyê hebû, em hêvî dikin ji wê xeletiya xwe vegerin. Ji xwe wan ziyaneke mezin dîtin. Kerkûk ji dest dan, firokexane û derî ji dest dan.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1186 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:03:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x