Şêwirmendê Sûdanî: Mafê Kurdan heye ku dewleta xwe ava bikin

Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê ragihand, "Çima dewleta hemû pêkhateyan heye ya Kurdan nîne? Neteweya Kurd xwedî hemû mafan e ku dewleta Kurdî ava bike."

15 Îlon 2025 - 10:55
15 Îlon 2025 - 10:55
 0
Şêwirmendê Sûdanî: Mafê Kurdan heye ku dewleta xwe ava bikin

Doh li Bexdaya paytexta Îraqê Konferansa Çavdêriya Demokrasiyê hat lidarxistin.

Di panela yekem de, siyasetmedarê navdar ê Îraqê û Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê Izet Şabender li gel hejmarek siyasetmedarên Îraqî û Kurd axivîn û nêrîna xwe ya li ser rewşa demokrasiyê li Îraqê anî ziman.

Demokrasiya Îraqê û bûyerên qewimî

Izet Şabender got, “Ti partî nîne ku bikaribe li dijî demokrasiyê be, ji ber ku baweriya bi têgehekê ji pêkanîna wê ya pratîkî cuda ye.

Hemû partiyên siyasî yên Îraqê bawerî bi demokrasiyê anîye, ji bo wê hewl daye û di wê baweriyê de ne û wisa nîşan didin ku karê demokrasiyê dikin.

Bi baweriya min û ez di geşbîniya xwe de zêdegaviyê nakim, piştî rejîmeke gelekî tarî û totalîter, demokrasî bi yekcarî ji bo civaka Îraqê hat.

Rejîma Sedam destwerdan li nav malên me jî dikir û rê nedida ku em li malê bifikirin.”

Şabender mînakekê tîne ku bi serê wî hatiye û dibêje, "Salekê dema min ji ber rejîma Sedam xwe veşartibû, carinan min serdana hevalekî xwe yê Kurd ê mixalefetê dikir.

Min didît ku keça wî ya 4 salî dem bi dem dihat û jê re digot 'Bavo here temaşeyî Mam Sedam bike' ku dem bi dem li televizyonê derdiket.

Min dît ku wî 3-4 caran li malê bi keça xwe re zêdegavî di pesindana Sedam de dikir. Min jê re got, 'Tu guherî yî û haya min jê nîne?'

Wî ji min re got 'Ji kerema xwe, tiştê ku qewimiye ew e ku li yek ji baxçeyên zarokan ên Bexdayê, zarokên di wî temenî de neçar dikin ku temaşeyî fîlmê Mam Sedam bikin.'

Keça wî ji mamosteya xwe re gotibû, 'Bavê min her cara ku Mam Sedam derdikeve, tif lê dike.'

Rapor li ser wî hatibû nivîsandin û hatibû îdamkirin û ev yek di rojnameyên Îraqê de hatibû weşandin.

Ango tu ji Sedam nefret dikî, lê tu neçar î ku zarokên xwe li ser hezkirina wî perwerde bikî."

Ango binerin çûyîna nav kûrahiya dîktatoriya totalîter gihîştiye ku derê?

Mesele ne ew e ku mafê guhertina desthilatê yan jî beşdarbûna di rêveberiyê de qedexe bike, na, belkî dest datîne ser mala te jî."

“Medyaya civakî bûye sedema bêserûberî û serbestiyê”

Bi baweriya Şabender, li Îraqê xetên sor hatine derbaskirin û ji pêwîstiyê zêdetir çûne û got:

"Tiştê ku ev bêserûberî û serbestî teşwîq kiriye û li derveyî sînorên demokrasiyê hêsan kiriye, medyaya civakî ye ku ti kontrol li ser nîne û her kes dikare li gorî dilê xwe biaxive.

Bi baweriya min, niha ne ew qasî girîng e ku em daxwaza demokrasiyê bikin, ji ber ku her kes demokrasiyê dixwaze.

Divê em li ser pirsgirêkeke ku ji nebûna demokrasiyê girîngtir e bifikirin, ew jî bêserûberî û serbestî ye.

Ango eger civak sînorên xwezayî yên demokrasiyê derbas bike, dê bandorên wê çi bin? Ji ber vê yekê ez dibêjim zêde wekî kêm e.

Pirsgirêk, ez nabêjim ya herî mezin e, lê tiştekî wê ji nebûna demokrasiyê kêm nîne, ew jî derbaskirina sînorên demokrasiyê ye."

Pêwîst e demokrasî ji lûtkeya desthilatê ber bi takekes ve şor bibe

Izet Şabender nêrîna xwe ya li ser şorbûna demokrasiyê anî ziman û got:

"Bi baweriya min, asta demokrasiya ku niha li welêt tê meşandin, li gorî hemû welatên cîran ên herêmê asta herî baş e.

Veguhestina aştiyane ya desthilatê heye. Şêweya giştî ya pêkanîna demokrasiyê bi baweriya min pêk hatiye.

Gendelî di naverokê de heye û sedema wê jî 'ev raya min e' ew e ku demokrasî ji jor dest pê nake, ango ji sazî û partiyan ber bi asta takekes ve danakeve.

Demokrasî di serî de têgeheke mafê kesane û exlaqî ye. Divê takekes xwedî demokrasiya fikir û helwestê be."

Wî her wiha got: "Eger demokrasî tenê ji bo partî û rêxistinan be, bi baweriya min bi awayekî diguhere û dibe lihevkirin.

Ango partî û rêxistinan me rewaîtiya xwe ji endamên xwe werdigirin, paşê tên bi yê din re li hev dikin.

Rêkeftin û parvekirina bi navê xerab rû didin ku di dawiyê de welat, civak û heta demokrasiyê jî tine dikin.

Ji ber vê yekê ez dibêjim demokrasî ji takekes wekî maf û exlaq dest pê dike.

Mafekî kesane ye û ev maf bi şêwazeke exlaqî tê pêkanîn ku bandorê li ser yê din neke, qerebalixiyê çêneke û qada xwe hebe.

Eger demokrasî bi vî alî ve biçe, dê bandora wê li ser partî, sazî, rêxistin û rêçê hebe.

Me wekî partî û rêxistinan muamele bi demokrasiyê re kiriye û me ew guherandiye mafê lihevkirin û danûstandinên ku rû didin."

“Deng ji bo wî kesî ye ku pereyên zêdetir dide”

Izet Şabender behsa guhertina pîvanên komkirina dengan a di hilbijartinan de dike û dibêje:

“Ez balê dikişînim ser mijareke ku heta asta herî bilind metirsîdar e. Hilbijartin yek ji diyardeyên demokrasiyê ye.

Ew gotar an handana ku her berpirsek kolanê pê dikişîne çi ye? Bi eşkereyî li ser asta Kurd, Şîe û Suneyan cihê xem û kederê ye.

"Bi milyaran ji bo kirîna wijdanan tên xerckirin"

Ez dikarim bibêjim îro di yek ji van qadan de, deng ji bo wî kesî ye ku pereyên zêdetir dide.

Belê di van hilbijartinan de gihişt lûtkeyê, ango welatparêzî, xizmetguzarî, projeya siyasî û bername neman.

Deng ji bo wî kesî ye ku pereyên zêdetir dide û yên ku ev şêwaz çesipandine, divê bi rastî stûyê wan were şikandi.

Ango bi temamî ji dîmena siyasî û hilbijartinê bên dûrxistin û destnîşankirina wan jî ne zehmet e. Pere bi milyaran ji bo kirîna wijdanan tên xerckirin.

Niha ji min re eşkere ye ku kes hene heq dikin ku bên rakirin û ji beşdarbûna di hilbijartinan de bên bêparkirin, lê hene.

Kes jî hene ku ji mafê xwe yê berbijêriyê hatine bêparkirin û kêmasiya wan 30 sal e nehatiye behskirin, di demekê de ku bûne parlamenter, wezîr û endamê encûmena hikûmetê."

Pêkhate ji bo parastina xwe pişta xwe bi hêza derve girê didin

Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê di wê baweriyê de ye ku “Kurd, Sune û Şîe ji bo parastina xwe û berjewendiyên xwe pişta xwe bi aliyên derve girê didin” û got:

“Bi baweriya min, zêdegavî di wê yekê de hatiye kirin ku qaşo tirseke Sûriyeyê û Îranî ji demokrasiya çalak û pêşketî ya Îraqê heye.

Mixabin, tiştê ku îro di mijara Şîe û Îranê de qewimiye, xeletiya pêkanîna demokrasiyê di nav Îraqê de ye, ku wiha kiriye pêkhateyên Îraqê li parêzvanekî li derveyî sînoran bigerin.

Pêdiviya Kurdan bi parêzvanekî heye, pêdiviya Suneyan jî bi parêzvanekî heye, Şîe jî ew in ku ev kevneşopî afirandine û ev bêguman xeletiyeke mezin e ku hemû serkirdeyên pêkhateyên civaka Îraqê, çi Kurd bin, çi Sunne bin, çi jî Şîe bin, dikin.”

Kurd bi qasî Îraqê demokrat in?

Izet Şabender di wê baweriyê de ye ku gotinên Mela Bextiyar ne rast in dema gotibû, Kurdistan ji aliyê demokrasiyê ve çend gavên cidî li pêşiya Îraqê ye.

Wî got, “Ji aliyê berawirdkirina demokrasiyê li Kurdistanê û demokrasiyê li Bexdayê, ne li Îraqê, ji ber ku Kurdistan jî Îraq e.

Ez hinekî ji birêz Mela Bextiyar cuda me, ji ber ku mîrasgirtina desthilatê li Hewlêr û Silêmaniyê bi temamî li dijî demokrasiyê ye. Ev yek li Bexdayê rû nedaye, lê li Silêmanî û Hewlêrê rû daye.

Desthilat bi mîras e û ev yek di bingehê xwe de bi prensîbên demokrasiyê re li hev nakeve.

Ji ber vê yekê ez dibêjim bi baweriya min, divê em li ser pirsgirêka derbaskirina xeta sor a taybetmendiyên demokrasiyê bikolin. Ev yek.

Ya duyem: Divê em ji bîr nekin ku demokrasî çand e. Ango berî ku em civakekê ji dîktatoriyeke ku mirov ditirsiya di serdema Sedam de bi xwe re biaxive, veguhezînin û azadiya wê yekê bidinê ku bi dengekî bilind li dijî her asteke berpirsan û bi gotin û wesfên herî gemar hawar bike, divê ev yek nebe.”

“Şerm dikim bêjim dewleta Îraqê”

Wî her wiha got, “Pêdiviya me bi rewşenbîran heye ku civakê li ser mijara demokrasiyê perwerde bikin.

Mixabin, ne em bûn ku Sedam rûxand. Hêzeke derve Sedam rûxand, ne mixalefet.

Ew hêza derve ya ku hat û Sedam rûxand, ne tenê Sedam rûxand, belkî dewleta Îraqê jî rûxand û em xistin nav şaşwaziyeke seyr û sosret.

Heta niha jî em jê xilas nebûne, ji ber ku heta niha jî ez bi eşkereyî şerm dikim bêjim dewleta Îraqê, ji ber ku ti saziyek nîne ku bi giştî dewletê pêk bîne.

Parvekarî heye, desthilatek heye ku em li ser bingeha tayîfî û neteweyî dabeş dikin.

Ev yek ji aliyê dagirker ve hatiye anîn û baweriya min bi ti demokrasiyeke ku Amerîkî ji bo vî welatî bînin nîne, bi ti awayî, Ewropî jî her wisa.

Pêdivî bi hiş û aqilekî Îraqî heye ku taybetmendiyên takekesê Îraqî û şiyan û xwestek û pêdiviyên wî nas bike û demokrasiyê di hûrgiliyên wê de li ser vê bingehê ava bike.”

Mafê Kurdan heye ku dewleta wan hebe

Şêwirmendê Sûdanî derbarê vê mijarê de nêrînên xwe anî ziman û got, “Hinekî derfetê bide min bila ez behsa federasyon û herêmatîtiyê bikim.

Bi baweriya min, tiştê herî metirsîdar li ser yekparçeyiya Îraqê, hinek ji wan tiştan in ku di vê destûra şûm de hatine.

Ez fêm dikim û her kes jî fêm dike ku herêmatî û federasyon ji bo komkirina ya dabeşkirî ye, ji bo yekkirina ya dabeşkirî di herêmên perçebûyî û herêmên şerker de ye.

Em bi federasyonê wan kom dikin. Lê gelo ez a yekgirtî û yekparçe dabeş bikim û bikim herêm?

Em bi temamî berevajî arasteyê diçin û ev ne daxwazeke Îraqî ye, belkî daxwazeke Amerîkî ye ku Kurdan kêfxweş dike.

Ji ber ku xewn û xeyalên wan her avakirina dewleta Kurdî bû û ev jî mafê wan e. Ez bi wan re me, lê ne di dem û şêwazê de.

Lê wekî maf, neteweya Kurd xwedî hemû mafan e ku dewleta Kurdî ava bike.

Çima Ermenan dewleta wan heye, Çerkesan dewleta wan heye û hemû gelan dewletên wan hene, tenê Kurd nîne?

Mafekî wan ê rewa heye, nakokiya min li ser dem û şêwazê ye.

Lê herêmatî û federasyon di destûrê de hatiye da ku yekem car Kurdan kêfxweş bike û pêşekiyek be ji bo paşerojeke ku dijminên Îraqê hewl jê re didin, ew jî dabeşkirin e.

Deriyê herî fireh ji bo dabeşkirina ya yekgirtî, herêmatî ye.”

Di dema Osmaniyan de Şîe bindest bûn

Wî behsa dijberiya Şîeyan a ji bo Brîtaniyan kir û got, “Em werin ser mijara Şîeyan.

Tiştê ku Şîe neçar kirin ku li dijî dagirkerê Brîtanî di berjewendiya desthilatdarê Osmanî de rawestin, ol bû.

Wekî din, Şîe di dewleta Osmanî de bindest bûn. Bi eşkereyî, ev me ber bi mijareke gelekî metirsîdar ve dibe, lê divê em li ser bifikirin.

Şîeyan bi dehan salan berdêla rûbirûbûna Brîtaniyan di her tiştî de da: di xwendinê de, di wezîfeyan de, di aboriyê de, di rêveberiyê de û di beşdarbûna di rêveberiyê de.”

Şîe Suneyan diparêzin

Derbarê vê yekê de bi hûrgilî axivî û got, "Pêwendiya bi tewereya Îranê re çi ye?

Îran navek e ji navên eniyeke ku li dijî Îsraîl û Amerîkayê hatiye avakirin.

irsa ku îro derdikeve holê: Filistîniyê Sune, Xezeya Sune, Hemasa Sune, çima tenê Şîe berevaniyê li wan dikin? Çima?

Sîstema Sunî li ku ye? Erebî yan ne-Erebî? Çima dema ku Şîe amade ye berdêla vê bi dorpêç, birçîbûn û çewisandinê bide, em jê re dibêjin ji ber Îranê ye?

Ne ji ber Îranê ye. Îran welatekî piştgiriya doza Filistînê ye. Lê em Ereb xwediyê dozê ne.

Durûtî û nîfaqeke seyr di nav civakê de heye. Çima Îran li Îsraîlê nade? Divê em ji vê durûtiyê xilas bibin piştî ku em pirseke rastîn dikin."

Wî got: "Ev doz, doza ummetê ye. Îro doza Filistînê, doza Xezeyê û dozeke mirovî ye.

Xeze bûye dozeke mirovî ya cîhanî, pêwendiya wê bi Ereb, Kurd û Eceman re nîne.

Îro bazirganîkirina bi vê dozê li hember wan qurbaniyên mezin ên ku niha em bi çavên xwe dibînin, pûç bûye.

Divê pirs xwe bîne pêş. Çima tenê Şîe berevaniyê li Filistîn û Xezeyê dike?

Ji bo ku em ji şermezariya bersivdanê xilas bibin, em nabêjin berevaniya mafê Filistînê, belkî em dibêjin pêwendiya bi Îranê re.

Seyr e çawa rastî tên biçûkkirin. Ez ji te re dibêjim Şîeyên Îraqê, Şîeyên Libnanê û Şîeyên Yemenê berevaniyê li Filistînê dikin, heta ku Îran jî dev jê berde.

Bila dev jê berde û me ji vê belayê xilas bike. Şîe dê her berevanê vî mafî bimîne. Hêvîdar im ev pirs hinekî xwe bîne pêş."

7ê Çiriya Pêşîn serkeftin bû li hemberî siyonîzmê

Di mijara dawî ya panelê de, Izet Şabender behsa 7ê Çiriya Pêşîn kir û got, “Îro em hemû dibêjin 7ê Çiriya Pêşîn têkçûn bû.

Na, bi Xwedê serkeftina herî mezin e ku cîhana Erebî û Îslamî li hemberî projeya Îsraîlî-Siyonîst li cîhanê bi dest xistiye, piştî 7ê Çiriya Pêşîn e.”

Wî encamên 7ê Çiriya Pêşîn wiha rêz kirin, "Yekem: Guhertinên tirsnak li kolanên Ewropî, Amerîkî û Kanadayî.

Îro xwenîşandan û nerazîbûn tiştek in ku bi rastî tu hest bi şermezariyê dikî ku tu li ku dera vê dozê yî?

Tiştê ku niha li Ewropa û Amerîkayê diqewime, gelan fêm kir ku sîstemên wan 75 sal in di pênasekirina doza Filistînê de derewan bi wan re dikin.

Destkeftiya duyem: Ev artêşa Îsraîlê ya ku Ereban di amadekariya şerê li dijî wê de dudilî bûn, ji ber ku tirsnak û artêşek bû ku neşikestî bû, niha bi Hemasê dişikê.

Du sal in nikarin kontrola 75 kîlometreyan bikin. Encama sêyem û gelekî girîng: Ewlehiya Cihûyan.

Teoriya ewlehiyê ya ku siyonîstan piştî sala 1800an anî, berevajî têgihiştina berê ya Cihûyan e.

Teoriya ewlehiyê di rabirdûyê de ew bû ku Xwedê ji wan re hilbijartibû ku welatê wan nebe.

Hemû erd welatê wan e da ku ji bo dijminên wan hêsan nebe ku dorpêç bikin û wan bikujin.

Siyonîstan got 'Em dikarin welatekî aram ava bikin.' Îsraîl piştî 7ê Çiriya Pêşîn êdî ji bo niştecihên xwe ne aram e."

 

Ev nûçe bi tevahî 12 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:00:31