Guherandineke çawa?

Em ew kesên ji nifşê salêin 1960-70 tên, niha yê me yî bi temenê xwe ê herî biçûk ne kêmî 60 salî ye. Em bi xwe ji tim behsa guherandinan dikin da ku em bikaribin weke rêxistin bi pêşkevin. Lê gelo em qet fikirîne ku em berê xwe biguherin da ku em bikaribin guherandinan jî bikin.
Ez qet ne di wê baweriyê demê me ku me xwe guherî ne. Ji ber em bi perwerdeyeke îdeolojîk mezin bûne, teribiye û ahlaqê xwe ji wê girtine. Ew di mejiyê me tevan de bi cih bûye ku avêtina wê zehmet e. Ji ber pêşiyên me gotine: ”Heger xû girt bi şîrî ji bîr nake heta pîrî. Ya jî tê gotin ku kurmê şîrî hetanî pîrî”
Ji ber vê û gelek sedemên din divê em xwe ji aqil, bîrewerî û mejiyê salên berî heyştê, dûr bixin da ku em bikaribin yekitî û bi hevre karkirina partiyên Kurdistanî biquliqînin.
Di salên heftê de, te silavek bide mirovekî xwe ê endamê partiyek din, hevalên te digotin: “Ma tu bûye endamê wan”. Vê jî em ji hev dûr dixistin. Loma kesekî newêrîbûn başiyên partiyek din bigotina. Bi endamê partiyên din re hevaltî bikirana. Ev dûrbûna nava me bû sedema jihevdûrbûna me ya rêxistinî jî. Bi vî aqil û mejiyê, me nikarîbûn yekitiyeke neteweyî li gor berjewendiya gelê xwe damezrînîn. Ez weha bawerim ew çand hê ji di nava me de serdest e.
Ji ber vê bû ku partiyên me ji hev dûrî ketin. Hê jî em nikarin nêzikayî li hev bikin. Hê jî bi gelek camêran re ew fikir û raman serdest e. Îcar ew kesên behsa guherandinan dikin divê berê xwe ji vî mejiyê azad bikin.
Ji bona em bibin hevparê hev, divê em xwedî li başî û qenciyên partiyên din jî derkevin. Divê em xebat û çalakiyên partiyên din jî bibînin. Bi vî ayayî em dikarin nêzîkî hev bibin. Bi nêzîkahiya partiyên Kurdistanî jî em dikarin bi hevre bibin xwedî eniyek neteweyî. Em dikarin bibin xwedî yekitiya çend partiyên Kurdistanî di bin navê partiyeke neteweyî de.
Ji ber vê girîng û pêwîste, em xebatên ji dervayî partiya me jî tê kirinê bibîne. Tevgerên wan yên baş biparêze û kêmaniyên wan jî rexne bike.
Di salên heftê de mirovên ne endamê partiya min bana, mirov qîmeta wan nedigirt. Heta ew xerab jî didîtin. Loma jî em nikarin di bin sîwaneke neteweyî de bi hev re kar bikin.Divê em bifikrin û bizanibin ku kesên baş di nava partiyên din de jî pir in. Kesên delal û çalak yên serbixwe jî zêde ne. Evana hemî hêjayiyên me ne. Divê em xwedî li hev derkevin.
Niha hê jî ew adetên salên heftê di nava me de bandoreke wê ya mezin heye. Dema tu partiyekê rexne dike an kêmaniyekê wê destnîşan dike, yek ser te bi dijminatiya partiya xwe bi nav dike. Kesên ku ne endamên tu partî an rêxistina bin, rexneyekê bikin, endamên hin partiyan dibêjin: “Berê bibe endamê partiyeke ku tu heqê rexne di xwe de bibîne”. Vana hemî tiştên vala û pûç in.
Gelek kesên ne endamên tu partî û rêxistinan ji endamên gelek partiyan bêtir kar dikin da ku welatê xwe bighêjîne azadiya wî. Divê partiyên me û endamên wan li dij kesên weha bi hurmet bin ku bikaribin rojekê wan qezenc bike. Ev aqilê tu ne endamê tu rêxitinane, gotineke vala, pûç û mejiiyê salên heftê ye.
Ji ber vê ez dibêjim; Pêwîste ew kesên xwe siyasetmedar û endamê partiyiekê dibîne, dev ji vê adeta salên heftê berdin. Divê em xwe fêr bikin ku kîja partiyê karê baş ji bona welatê xwe kir, xwedî li wan derkevin. Divê em fêr bibin ku partiyên din jî ji bona gelê xwe di nava hewldanan dene.
Êdî tenê xwe û partiya xwe dîtin, ne karê welatparêzan e. Dibe ku mirov endamê partiyekê be. Lê divê ev nebe asteng ku mirov ji partiyeke din jî hez bike.
Heta ku em li gor bi wî mejî teng yê salên heftê tevbigerin em ê nebin xwediyê xwe û rêxistineke girseyî. Em ê her di nava xwe de bimînin û her ku here em ê kêm bibin. Wê rojek bê em ê xwe bi xwe bi hev kevin.
Deng tê guhê min ku hin rêhevalên min dibêjin: ”Bûbê pir pesnê HAK-PARê dide”, rast e. Ez pesindarê karê baş û rexnegirê karê xerab an yên kêm in. Ez fermî endamê PWK me lê ji ber karên HAK-PARê yên baş pesnê wê jî didim. Li gor baweriya min îro du parityên me yên Kurdistanî ku karên baş ji bona gelê xwe dikin PWK û HAK-PAR e . Loma ez pesindarê wan im. Lê kêmaniyên wan jî rexne dikim. Ji bona em van herdu partiyên xwe bighêjînin hev divê em her yek ji aliyên xwe de jî kar û xebata ji bona yekitiya wan bikin.
Dûrbînî, xweşbinî, bê pêşbiniyên xerab, bi hevre jiyan, dibe vekirina kulîlkên li ser erda welatê me ê dagirkirî, Kurdistana delal û pîroz…
Bûbê Eser
Nêrînên ku di vê gotarê de hatine vegotin, yên nivîskar in û ne mecbûrî siyaseta edîtoriya Nerîna Azad dikin.
Nûvekirina herî dawî: 18:37:45


































































































































































