Erdogan li ser çekdanînê daxuyanî da
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser danîna çekan a komeke PKKyê got, Ez hêvî dikim ku ev pêngava girîng a ku îro di rêya armanca me ya 'Tirkiyeya Bê Teror' de hat avêtin, bibe wesîleya xêrê."

Îro komeke gerîlayên PKKyê li Şikefta Caseneyê çekên xwe danîn.
Di merasîma îmhakirina çekan de ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk, Hevseroka Konseya Rêveber a (KCK) Besê Hozat û komeke gerîla cih girt.
Erdogan di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Ez hêvî dikim ku ev pêngava girîng a ku îro di rêya armanca me ya 'Tirkiyeya Bê Teror' de hat avêtin, bibe wesîleya xêrê.
Bila Xwedayê Mezin, di vê rêya ku em ji bo ewlehiya welatê me, aramiya gelê me û pêkanîna aştiyeke mayînde li herêma me dimeşin de, me bigihîne armancên me."