Mesrûr Barzanî: Ez pêşwaziya pêvajoya aştiyê û pêngava yekê ya çekdanîna PKKê dikim
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya pêngava yekê ya çekdanîna PKKê dike û hêvî dike ku hemî alî pabendî bidestxistina aştiya rastîn bin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî doh (În, 11ê Tîrmeha 2025ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê peyamek li ser pêngava yekê ya pêvajoya çekdanîna PKKê weşand.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de pêşwaziya pêvajoya aştiyê û pêngava yekê ya çekdanîna PKKê dike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa hêvî dike ku hemî alî pabendî bidestxistina aştiya rastîn bin û serdemeke nû ya bi hev re jiyan û aştiyê dest pê bike.
Komeke endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku ji 30 çekdaran pêk dihat doh(În, 11ê Tîrmeha 2025ê) li şkefta Caseneyê li devera Sûrdaşê ya qezaya Dukanê wekî niyetpaqijî ji bo pêvajoya aştiyê ya Tirkiyeyê çekên xwe danîn û şewitandin.