Îraqê li ser îmhakirina çekan got: ‘Pêşhateke girîng e’
Wezareta Karên Derve ya Îraqê bi germî pêşwazî li merasîma îmhakirina çekan a gerîlayên PKKyê kir û da zanîn, “Em vê gavê wekî pêşhateke girîng dibînin.”

Doh li Şikefta Caseneyê ya Silêmaniyê merasîma îmhakirin û şewitandina çekan a gerîlayên PKKyê hat lidarxistin.
Wezareta Karên Derve ya Îraqê li ser îmhakirina çekan a gerîlayên PKKyê daxuyaniyek belav kir.
Wezareta Karên Derve ya Îraqê di daxuyaniya de got:
“Ev gav ji bo derketina derfeteke rasteqîn a xurtkirina aramî û aştiyê ya li herêmê destpêkeke mezin e.
Pêvajo ji bo bidawîanîna tundûtûjiyê û vekirina asoyeke nû ji bo lihevtêgihîştin û jiyana hevpar a aştiyane alîkar e.”
Wezareta Karên Derve ya Îraqê ragihand:
“Ev gav dê rê li ber destpêkirina qonaxeke nû ya hevkariya avaker a bi Komara Tirkiyeyê re xweş bike.
Her bi vê rêyê dê serwerî, ewlehî û aramiya Îraq û Tirkiyeyê parastîtir bibe.”
Wezaretê her wiha da zanîn:
“Em hêvîdar in ev destpêşxerî ji bo nehiştina aloziyên siyasî, ewlehî û civakî bibe destpêka vekirina rûpeleke nû.
Her wiha bibe xala destpêkê ji bo lihevtêgihîştin û gotûbêjeke berpirsane li herêmê, bi awayekî ku rehên qeyranan çareser bike û di berjewendiya hemû gelên herêmê de ewlehî û pêşhatên zêdetir û bihêztir bike.”
Îro di merasîmeke li Şikefta Caseneyê ya di nava sînorê navçeya Dûkanê ya parêzgeha Silêmaniyê de komeke gerîlayên PKKyê wekî “nîşaneya niyetpakiyê” ya ji bo serxistina pêvajoya çareseriyê çekên xwe şewitandin.
Di merasîmê de 30 gerîlayên ku di nava wan de Hevseroka Desteya Birêvebir a KCKyê Besê Hozat û sê berpirsên din ên payebilind hebûn çekên xwe şewitandin.