Pêşmergeyan li Silêmaniyê dronek xist
Dronek li nêzîkî baregeha Fermandariya Hêzên 70yî ya Pêşmergeyan li bajarê Silêmaniyê hat xistin.

Berdevkê Fermandariya Hêzên 70yî ya Pêşmergeyan Ehmed Letîf ji ajansa Rûdawê re ragihand ku derdora saet 22:45an dronek çûye asmanê fermandariyê û ji aliyê hêzên wan ve gule lê hatine reşandin.
Ehmed Letîf da zanîn ku dron li cihekî çolter hatiye xistin û ti ziyanên canî û madî çênebûne.
Demên borî çendîn caran dronên bombebarkirî arasteyî herêmên cuda yên Herêma Kurdistanê hatine kirin.
Şeva 1ê Tîrmehê 2 dronên din li Silêmaniyê hatibûn xistin; yek ji wan li navçeya Taslûceyê û ya din jî li nêzîkî baregeha hêzên Komando û Dije Terorê.