Li Meletiyê erd hejiya!

Li navçeya Çermiktiyê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê erd hejiya.

1 Tebax 2024 - 07:27
1 Tebax 2024 - 07:27
 0
Li Meletiyê erd hejiya!

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku erdhejê saet 05:52yan rû daye.

Li gorî AFADê, hêza erdhejê 4,4 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê jî 10,83 kîlometre bûye.

Li aliyê din, li ser zererên erdhejê heta niha ti daxuyanî nehatine dayîn.