Mesrûr Barzanî: Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di karên xêrxwazî de xwedî cihekî diyar e
Di salvegera 20ê ya damezrandina Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de, tevî pîrozbahiyê li serok, endamên desteya rêveber û hemî karmendên wê rêxistinê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hêvî dike ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî her tim mînakeke geş a xebata mirovî û xêrxwaziyê be.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di salvegera 20ê ya damezrandina Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de got, “Di salvegera 20ê ya damezrandina Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de, ez pîrozbahiyên germ li serok, endamên Desteya Rêveber û hemî karmendên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dikim û ji wan re berdewamî û serkeftinê dixwazim. Herwesa ez ji bo westiyan û xebata wan a berdewam ji bo alîkariya xelkê hejar û lêqewmiyan destxweşiyê li wan dikim.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di xebata pêşkêşkirin û xêrxwaziyê de xwediya cihekî diyar û bihadar e û bêyî ti cudahiyekê bike, xizmeteke hêja û berçav pêşkêşî xelkê hejar û destkurt û lêqewimiyan dike, ne tenê li Kurdistanê lê li deverên din ên Iraqê û li welatên cîran û yên cîhanê jî.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got, “Min rêz û teqdîreke mezin ji bo hemî pêşkêşker û hemî alî, ajans, rêxistin û dezgehên xêrxwaziyê heye, yên ku bi Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî re hevkarî û hevahengiyê dikin û kar û çalakî û projeyên hevpar pêk tînin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî her di wê peyama xwe de amaje da, “Salvegera damezrandina Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî pîroz be û ez hêvî dikim ku, her gav mînakeke geş a xebata mirovî û xêrxwaziyê be.”
Nûvekirina herî dawî: 14:02:19