Mınbıc: HSDyê êrişî artêşa Sûriyeyê kir?

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihand ku di êrişeke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de li çoltera Minbicê, 4 leşkerên wan û 3 sivîl birîndar bûne.

4 Tebax 2025 - 12:01
4 Tebax 2025 - 12:01
 0
Mınbıc: HSDyê êrişî artêşa Sûriyeyê kir?

HSDyê jî ew tomet red kirin û diyar kir ku komên nêzîkî artêşa Sûriyeyê êrişî herêmên sivîlan dikin.

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ji ajansa fermî ya Sûriyeyê re ragihand ku şeva borî(roja Şemî) demjimêr 21:40an, hêzeke HSDyê hewl daye derbasî xaleke leşkerî ya artêşa Sûriyeyê ya li gundê Kiyariyê bibe lê hewldana wan hatiye têkbirin.

Li gorî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê, HSDyê malên welatiyan ên li gundê Kiyariyê û derdora wê bi mûşekan kirine armanc.

Wezaretê aşkere kir ku di encama êrişê de 4 leşker û 3 sivîl birîndar bûne û hêzên wan bersiva çavkaniyên êrişê daye û li nêzîkî bajarê Meskeneyê mûşekavêjek û topavêjeke HSDyê îmha kirine.

HSD: Artêşa Sûriyeyê provokasyonan dike

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê red kir û ragihand ku berovajî vê yekê, komên nêzîkî artêşa Sûriyeyê “provokasyonan” dikin û êrişî navçeyên sivîlan dikin.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê îro daxuyaniyek belav kir û da zanîn:

“Komên bêdîsîplîn ên di nava refên hêzên hikûmeta Sûriyeyê de provokasyon û êrişên xwe yên dubare yên li ser xetên temasê yên li herêma Dêr Hafirê didomînin.”

HSDyê da zanîn ku şeva Şemiyê wan koman bêyî ti sedeman zêdetirî deh guleyên topan avêtine deverên ku sivîl lê dijîn û li ser vê yekê hêzên wan mafê xwe yê rewa yê parastinê bi kar aniye û bersiva çavkaniyên êrişê daye.

HSDyê, Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê bi “serûbinkirina rastiyan û xapandina raya giştî” tometbar kir û destnîşan kir ku ev yek “xizmeta ewlehî û aramiyê nake.”

HSDyê di dawiya daxuyaniya xwe de tekezî li ser pêwîstiya rêzgirtina li agirbestê kir û bangî hikûmeta Sûriyeyê kir ku wan komên “bêdîsîplîn” kontrol bike.

 

Ev nûçe bi tevahî 14 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:44:39