Şaxewan Ebdullah: Birîna meaşan tawaneke dîrokî ye

Cîgirê Serokê Parlamentoya Îraqê bi tundî rexne li hikûmeta Bexdayê girtin û siyaseta birîna meaşên Herêma Kurdistanê wekî “tawaneke dîrokî” bi nav kir ku armanca wê “birçîkirina xelkê” ye.

12 Tîrmeh 2025 - 10:50
 0
Şaxewan Ebdullah: Birîna meaşan tawaneke dîrokî ye

Cîgirê Serokê Parlamentoya Îraqê Şaxewan Ebdullah daxwaz kir ku êdî sînorek ji van siyasetan re were danîn û helwesteke cidî were nîşandan.

Şaxewan Ebdullah di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand:

“Di dema borî de wan hemû sînor derbas kirin. Dest avêtin qûtê (nanê) xelkê û biryara birçîkirin û mirina xelkê Kurdistanê dan.”

Cîgirê Serokê Parlamentoya Îraqê tekez kir ku ev yek di dîroka dewleta Îraqê de cara yekem e ku tawaneke bi vî rengî li dijî pêkhateyeke sereke ya welat tê kirin.

Ebdullah amaje pê kir ku armanca Bexdayê ne tenê rawestandina meaş û petrolê bû, ya herî xirab, “kuştina demê û dirêjkirina vê siyasetê di bin hincetên curbicur de bû”.

Şaxewan Ebdullah got:

“Carinan bi navê Dadgeha Federal û carinan jî bi avakirina komîteyan, armanca wan ew bû ku xelkê zêdetir birçî bikin.”

Ebdullah li hemberî van siyasetan da zanîn:

“Êdî dema wê hatiye ku sînorek ji vê bêrêzî û derketina ji yasayê re were danîn.”

Cîgirê Serokê Parlamentoyê di dawiya daxuyaniya xwe de baweriya xwe ya bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê anî ziman û got:

“Ez piştrast im ku hikûmeta me dê xema vê mijarê bixwe û nehêle êdî xelkê me zêdetir were birçîkirin.

Xelkê Kurdistanê jî ji me dixwaze ku em êdî bi soz û gotinên wan ên şirîn bawer nekin û li hember tawana ku li dijî xelk û herêma me dikin, helwestekê ragihînin. Ev gava rast e.”