Serokê PWKyê: Werin em ji bo partiyeke sîwanî ya milî dest bidin hev

Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk got, “Werin em ji bo partiyeke sîwanî, girseyî, demokrat û hevbeş a milî dest bidin hev.”

28 Tîrmeh 2025 - 11:07
28 Tîrmeh 2025 - 11:07
 0
Serokê PWKyê: Werin em ji bo partiyeke sîwanî ya milî dest bidin hev

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk doh li bajarê Baselê yl Swîsreyê semînerek li dar xist.

Semîner bi moderatoriya Alîkarê Serokê Giştî yê PWKyê Rifat Sefali hat lidarxistin.

Nûnerên PDK, PSK, PDK-BAKUR, KKP û hinek siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd ên li Baselê beşdarî semînerê bûn.

Rifat Sefali bi zaravayê Kirmanckî/Zazakî axaftina destpêkê kir û armanca wê semînerê destnîşan kir.

Rifat Sefali bal kişand ser wê yekê jî ku PWK, ji bo piştgirî û girîngiya lêxwedîderketina Kirmanckî civînên xwe bi zaravayê Kirmanckî dest pê dike.

“PWKyê nîşana kultureke nû ye”

Piştre jî Mustafa Ozçelîk axivî û got:

“PWK nîşana kultureke nû ye. PAK û TDK-TEVGERê, bi avakirina PWKyê di rêya yekitiya siyasî û rêxistinî de nimûneyeke girîng û taybetî nîşan da.

Me di kongreya xwe ya damezirandinê de jî destnîşan kir ku ev di warê yekitiya siyasî û rêxistinî ya Bakurê Kurdistanê de gaveke girîng e lê ev meşa dê her bidome.

Em di her merhaleyê de amade ne ku bi yên wekî me, nêzîkî me difikirin re di nav partiyekê de bibin yek.”

“PWK partiyeke qanûnî ya Kurdistanî ye”

Ozçelîk di berdewamiya axaftina xwe de derbarê doza girtinê ya li ser PWKyê agahî dan û got:

“Belê, doza girtinê ya derbarê partiya me berdewam dike.

Lê PWK bi bîr û bawerî, bername û deklerasyona xwe, bi helwest û xebatên xwe, partiyeke meşrû, qanûnî ya Kurdistanî ye, partiya bêîtîtaiya sivîl e.”

“Divê li Rojhilatê Kurdistanê hevkariyeke neteweyî bê avakirin”

Ozçelîk li ser Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê bîr û bawerî û hinek pêşniyariyên PWKyê anî ziman:

“Em wekî PWKyê piştgiriya biryarên Konferansa Qamişloyê ya 26ê Nîsana 2025ê dikin.

Em dibêjin divê di demeke herî zû de ew heyeta ku ji aliyê konferansê ve hatibû destnîşankirin wekî nûnerê gele me yê Rojavayê Kurdistanê bibe mixatabê Birêvebiriya Şamê.

Em dibêjin divê di demeke herî zû de li Başûrê Kurdistanê hikûmeteke hevbeş ku hemû dezgehên dewleta federe ya Başûrê Kurdistanê bike yek bê avakirin.

Divê li Rojhilatê Kurdistanê hevkariyeke neteweyî, niştimanî bê avakirin. Pêwîstiyeke esasî jî avakirina koordînasyoneke di navbera her çar perçeyên Kurdistanê de ye.”

“Em nikarin vê pêvajoyê wekî pêvajoya aştiyê bi nav bikin”

Ozçelîk her wiha derbarê rewşa Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û çekdanîna PKKyê bîr û rayên PWKyê pêşkêş kir û got:

“Gava ku em helwesta dewleta Tirkiyeyê ya bi navê `Tirkiyeya Bêteror’ û gotin û daxuyaniyên Ocalanî didin ber çavan, em nikarin van dan û sitendinên Ocalan û dewleta Tirkiyeyê wekî pêvajoya aştî, çareserî û demokrasiyê bi nav bikin.

Em wekî PWKyê bi awakî zelal diyar dikin ku em piştgiriya çekdanîna PKKyê dikin lê belê em ne li gel wan fikir, pêşniyarî û helwestên Ocalan, PKK, DEM Partiyê ne ku mafên neteweyî, kollektîf, mafê statuyeke siyasî, milî, cografî, mafên kulturî jî tune dihesibînin.

Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê bi hemwelatiya wekhev, bi perspektîfa neteweya demokratik, welatê hevbeş, komareke demokratîk nayê çareserkirin.

Pirsgirêka Kurdistanê pirsgirêka xweîdarekirina gelê Kurdistanê ye, Pirsgirêka mafê çarenivîsiya miletê Kurd e.

Diyar e dewleta Tirkiyeyê û Ocalan li hevkirine ku aliyên siyasî û sivîl ên Kurdên Bakurê Kurdistanê wekî aktorên esasî nebin şirîkên van dan û sitendinan.

“Dixwazin wekî formalîte hinek aliyên Kurdan li dora xwe nîşan bidin”

Ew dixwazin wekî aksesuar, wekî formalîte hinek aliyên Kurdan li dora xwe nîşan bidin.

Lê em bi zelalî dibêjin ku eger mesele meseleya Kurd û Kurdistanê be, nabe ku qedera 30 milyon kurdên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di navbera Ocalan, dewleta Tirkiyeyê, PKK û DEM Partiyê de li pişt deriyan, bi awayekî nezelal û kes nizane bê çi tê axaftin û guftûgokirin.

Em ne şirîk û aliyê van guftûgoyên veşartî û neşefaf in û em nabin şirîkê van gotûbêjên nediyar.

Lê em mixatabê çareseriya pisgirêka Kurd û Kurdistanê ne. Li kîjan platformê dibe bila bibe, em wek PWKyê amadene nûneratiya gele xwe bikin, bîr û rayên xwe pêşkêş bikin.

“Divê hemû zîndanî bêne berdan”

Îro ji bo rê li ber çareseriya pirsgirêka Kurd û Kurdistanê vebe, beriya her tiştî divê hebûna miletê Kurd, mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî, fermîbûna zimanê Kurdî, azadiya ramanî û rêxistinî bê qebûlkirin û di Qanûna Bingehîn ya Tirkiyeyê de bene garantîkirin, divê hemû zîndaniyên siyasî benê berdan.

Ji bo vê yekê jî divê hemû partiyên siyasî û dezgehên sivîl ên Kurdan û kesayetên qebûlbar ên Bakurê Kurdistanê wekî aliyê Kurdan bêne cem hev û ev aliyê Kurdan bibe mixatabê dewleta Tirkiyeyê.”

“Divê hevkarî û tifaqa neteweyî li ser prensîbên Kurdistanî bên avakirin”

Ozçelîk di axaftina xwe de girîngiyeke mezin da ser mijara hevkarî û tifaqa neteweyî, niştimanî û got:

“Divê li Bakurê Kurdistanê hevkarî û tifaqa neteweyî li ser prensîbên Kurdistanî bên avakirin. Di vê pêvajoya hesas ku gelek firsend û xeteriyan bi hev re di nav xwe de dihewîne de, pêwîstiyeke esasî ew e ku li Bakurê Kurdistanê hêzeke xurt, yekgirtî, neteweyî, niştimanî bê avakirin.

Em bangî hemû partî, kom, dezgeh û kesayetên neteweyî, niştimanî yên li derveyî DEM Partî û HUDA PARê dikin ku werin em bi hev re tifaqeke neteweyî, Kurdistanî û partiyeke sîwanî, girseyî, hevbeş ku karibe beşdarî hilbijartinan jî bibe ava bikin.

Îro avakirina partiyeke bi vî rengî dikare ji gelê me re bibe hêvî û alternatîfeke xurt bihûne.”

 

Ev nûçe bi tevahî 42 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:33:29