Xozat ji ber harbûna ajelan hat karantînekirin

Li navçeya Xozatê ser bi parêzgeha Dêrsîmê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber harbûna ajelan bo 6 mehan karantîna hat ragihandin.

10 Çile 2023 - 04:09
10 Çile 2023 - 04:09
 0
Xozat ji ber harbûna ajelan hat karantînekirin

Li gor zanyariyan li navçeya Xozatê, piştî ku çêlekeke ajeldarekî jinav diçe nimûneyên ku ji çêlekê tên wergirtin bo Rêveberiya Enstîtuya Pişkînînê ya Veterîneriya Xarpêtê tên şandin.

Di encama pişkînînê de diyar dibe ku çêlek ji ber harbûnê jinav çûye.

Biryar hat dayîn li Xozatê bo 6 mehan karantîna bê destpêkirin û birin û anîna ajelan bo navçeyê hat qedexekirin.

Herwiha li navçeyê kar û xebatên vaksînkirina ajelan jî hat destpêkirin.