Di dîroka miletan û avakirina dewletê de, li gor tercîhên sîyasî cûre cûre nimûne derdiketine ber me. Miletan, divêtî bi dewletê anîye û dewletên xwe ava kirine. Lê rengên dewletê, tercîhên sîyasî cûre cûre bûne. Ev tercîh, wek “demokrasî, monarşî, dîktatorî, cûreyên milîtarî” hatine binav kirin. Pir caran hêla dîktatorî bi giranî rol jî lîstîye. Gihiştine asta zilmek mezin û li henber gelên din jenosîd jî bikar anîne. Lê ev rê û rêzanîn, ji her “miletî” û her “dewletê” re derbas nabe. Ev bi çîroka dîroka milet bûn û xasitîya wan miletan ve girêdayî ye. Di wirde têza herî rast, civatên ku ji dîrokek hevpar tên, xwe wek milet û ji divêtîyê jî dewletên xwe ava kirine.
Huner, karekî wilo ye ku bingeha xwedîtîyê, rexnê, pesin û danasînê jê re ava nebe, bipêşde nakeve. Eger miletek xwedî li hunerê afirandinê dernekeve, nebe piştgir, dewlemendên wî miletî huner nexin bin parastina xwe û xwedî nekin, Entelektuel û rewşenbîr, berhemên hunerî rexne nekin, milet nikare hunerê nîgarî bi hestekî hevpar biparêze, bipêş de bibe. Hebûna estetîkê bi van hestan ve girêdayî ye.