Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka!

Divê pêşî li guhertina demografîya Başûrê Rojavayê Kurdistanê bigire û herêmên Kurdan bike yek. Divê van herêmên xaka Kurdistanê ji bin dagirkerîya Tirkan û hêzên tundrew rizgar bike.

Şeyhmus Ozzengîn

23.05.2020, Cts | 09:09

Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka!
Nêrîn Belav bike

Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka!

Di nivîsa min a 11.05.2020 an de, min çend pirs û divayî rêz kiribûn ku, ji bona hevkarî û hemahengîya di navbera hêzên kurdan de û hin jî ji bona têkilîyên Emerîka û kurdan, divê ev pir zelal bibûna.

Pirs û divayîyên min ev bûn:

Gelo wê Emerîka bikaribe hêzên Kurd di bin enîyek sîyasî-leşkerî de bike yek?

Ji bona ku bikaribe pêşî li xurtbûna rejîma Sûrîyê bigire, divê Emerîka çi bike?

Divê pêşî li guhertina demografîya Başûrê Rojavayê Kurdistanê bigire û herêmên Kurdan bike yek.

Divê van herêmên xaka Kurdistanê ji bin dagirkerîya Tirkan û hêzên tundrew rizgar bike.

Divê çavkanîyên dahatên van herêman teslîmî kurdan bike.

Berî her tiştî divê em tekez bikin ku bê biryara Emerîka li Sûrîyê çareserîyek sîyasî û erênî ne mumkûne. Ji bona vê jî têkilîyên kurdan û Emerîka, ji bona berjewendîyên herdû alîyan jî pir girîngin!

Di van çend mehên borî de Rusîya bi alîkarîya Rejîma Sûrîyê li herêma İdlib û Minbiç hinek baregehên leşkerî bidestxist û kontrola xwe zêde kir. Sebebên van hewlên Rûsîya û Rejîma Sûrîyê pir alî bûn; divê bandora Tirkîyê li wan herêman bihata sînorkirin û pêşî li pêşketin û bicîhbûna Îran bihata girtin. Armanca din jî xurtkirina destê rejîma Sûrîye bi xwe bû.

Di vî warî de li ser axa Sûrîyê, di navbera Rûsîya û Îran de rekabetek leşkerî a berfireh heye. Bingehek girseyî a Îran jî di nav Elewîyên Sûrîyê de heye û Îran vê bikar tîne..

Rûsîya, bi rêya Îsraîlê tevdegerînên Îran li ser axa Sûrîyê sînor dike. Ji ber wê jî Rûsîya ji hêlekê de bi Tirkîyê û Îran re tevdigere, ji hêla din de tehdîdên van herdû dewletan berbiçav li ser axa Sûrîyê dibîne û car caran firên dike. Ev jî tê wateya ku wê Rûsîya ti caran li ser axa Sûrîyê bi Îran û Tirkîyê re hemahengîyek stratejîk tercîh neke.

Têkilîyên Rûsîya bi Îran û Tîrkîyê re demkî ne û gotina dawî li ser nexşerêya Sûrîyê wê ne bi van herdû dewletan, wê bi Emerîka re bimeşe. Ji bona vê jî, têkilîyên Kurdan û Emerîka ji bona berjewendîyên herdû alîyan wê pir girîng be.

Her çiqas bi hevkarî û hemahengîya Rûsîya, rejîma Sûrîyê mesaja ku „her tişt di bin kontrola min de ye“(!) dide jî, Sûrîyê welatek hilweşîya ye. Balansa sîyasî-civakî belav bûye. Ji ti hêlê de rewşa sîyasî eyar nagire. Opozîsyona Sûrîye jî ji bingehek meşrû derketîye û piranîyên hêzên opozîsyonê wekaletê ji şer re dikin. Bûne hêzên tûndrew di destê Tirkîyê û hin welatên Ereban de. Ev rewş jî xebatên li ser nexşerêyek siyasî asteng dike. Çêkirina makezagonek hevpar jî zahmet dike.

Ku ez vegerim ser pirsên xwe!

Berî har tiştî divê Emerîka bawerîyek stratejîk û dûdirêj bide kurdan, ku wê kurdan di rêka siyasî de, ji dijminan re neke parî. Ev pir girînge. Ji ber ku kurdan ji sîyaseta durû û ya parastina statûkoya herêmî pir kişandîye û pir caran rû bi rûyî xiyanetan jî bûye.

Hemahengîya di navbera Emerîka û Rûsîya de bû sebeb ku Kurd 60 ji % axa xwe weda bikin. Tirk têkevin Başûrê Rojavayê Kurdistanê û demografîya xaka vî beşê Kurdistanê bêt guhertin. Bi sedhezaran Kurd koçber bûn û mal û mikên xwe li cîh hiştin û welatê xwe terikandin. Di kampên koçberan de perîşanin. Kurd naxwazin carek din ev bêt serê wan.

Ji bona ku Emerîka li ser axa Sûrîyê xwedî gotin be, divêtîya Emerîka bi kurdan heye. Ji bona ku Kurd jî li ser axa xwe bibin xwedî statûyek siyasî û bibin xwedî maf, divêtîya Kurdan jî bi Emerîka heye. Di vir de ji bona ku herdû teref bi hev bawer, li ser stratejîyekê hûr hûr bibin, divê Kurd yekitîyek sîyasî-leşkerî avabikin û bi vîzyonek netewî, stratejîk tevbigerin. Îktîdarê bi hev re parvebikin û artêşek netewî derxin holê ku bandora îdeolojî, partîzanî qet li ser vê artêşa netewî nemîne. Di vir de rolek mezin dikeve ser milê Emerîka ku, giranîya xwe bikar bîne, ku bikaribe kurdan di bin sîwanekê de ji bona yek armancê bigihîne hev. Ev di berjewendîyên Emerîka jî de ye.

Rewşa Efrîn, Carablûs, Girê Spî û Serê Kanîyê pir xerabin. Ev deverên xaka Kurdistanê, di bin talan û êrîşên dewleta Tirkîyê û hêzên Tundrew de perîşan in. Bi Sedhezaran kurdên van herêman di kampên koçberan de dimînin. Divê Emerîka bibe alîkarê dîtina çareyekê ji van pirsgirêkan re û xaka Başûrê Rojavayê Kurdistanê bêt rizgar kirin û bibe yek.

Li Başûrê Rojavayê Kurdistanê divê tenê kurdên vî beşê Kurdistanê xwedî gotin bin. Bandora PKK li ser vî beşê Kurdistanê zerarek pir mezin da vî beşî, ku îro 60 ji % miletê me axa xwe wenda kirîye û bûne koçber, penaber. Di virde jî rolê mezin dikeve ser milê kurdperwerên Başûrê Rojavayê Kurdistanê ku, wî beşê Kurdistanê nekin qurban ji îdeolojîya PKK re.

Sîyaseta yekalî, totalîter a PKK kir ku, beşê Başûrê Rojavayê Kurdistanê bibe dijminê statûya Başûrê Kurdistanê.

Di her mercî de Başûrê Kurdistanê di hewara Kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistanê de çûne, bûne piştevanê wan. Hin di dagirkirina Kobanê de, hin di rewşa koçberîya Girê Spî û Serê Kanîyê de û hin jî di van demên bandora Şewba Koronayê de çi ji destê Başûrê Kurdistanê hat, ji van birayên xwe re kirin. Lê PKK, bi çavekî dijminane, her êrîş anî ser Başûrê Kurdistanê û xwest vê rastîyê ji miletê Kurd, ji tereftarên xwe veşêre.

PKK „doza yekitîyê“ dike! Divê pêşî devê berdevkên xwe bigire û li çapemenîya xwe bigire, ku dijminatîya Başûrê Kurdistanê nekin. Başûrê Kurdistanê xakek Kurdistanê a azad û xwedî statûyek navdewletî ye, meşrû ye. Rêveberên Başûrê Kurdistanê îradeya Kurdên vî beşê Kurdistanê temsîl dikin. Berî hertiştî divê PKK hurmetê ji îradeya vî beşî re bigire.

Di her beşê Kurdistanê de xwedî maf, rûniştînerên wî beşî, sîyasetmedarên wî beşî, şervanên wî bi xwe ne. Divê herkes û hêz têbigîhên, ku ti mafê wan tineye beşekî din têxin bin bandora xwe.

14.05.2020

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
2094 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:56:09

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x