Rûsya: Ukraynayê bi dronan êrişî Moskowê kir

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayayê ragihand ku Ukraynayê bi firkokeyên bêfirokevan li dijî pautextê wî welatî bajarê Moskowê "êrîşa terorê" kiriye.

30.05.2023, Sal - 10:59

Rûsya: Ukraynayê bi dronan êrişî Moskowê kir
Nuçe Belav bike

Di daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê de hat ragihand ku Ukraynayê îro serê sibê li dijî Moskowê "êrîşa terorê" kir.

Hat diyarkirin ku di êrîşê de 8 dronên mîna firokeyan hatine bikaranîn, hemû hatine jinavbirin.

Ev di demekê de ye ku Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Bajarê Kyivê Sergey Popko ragihand ku, Rûsan duh bi şev bi balafirên bêmirov êrîşek li dijî paytexta wî welatî bajarê Kyivê pêk anîne.

Sergey Popko herwiha gotibû ku li navçeya Golosivskiyê ji ber perçeya li apartmanekê ket, kesek hat kuştin û 3 kes birîndar bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 175 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:36:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x