Li gorî agahiyên BasNewsê, derengiya şeva Çarşema borî 19.01.2023ê li gundê Çimanî Serwî yê girêdayî navçeya Qerehancirî ya ser bi parêzgeha Kerkûkê ve, di encama şerê navbera du xortên wî gundî de, yek ji wan ciwanê din kuşt.
Navê kesê kuştiyê Hewre Letîf Celal ê 27 salî ye.
Berpirsê berê yê lijneya Karahancirî ya YNKê Omer Çîmanî ji got, di navbera wan du xortên gundê Çimanî Sarûn de şer derket û yek ji wan bi kêrê li yê din xist û Xakenaz jî di encamê de jiyana xwe ji dest da.
Herwaha got: ‘’Beriya niha ti kêşeyên wan her du kesan nebû, lê rewşa nexwestî çêbû û kujer xwe radestî hêzên ewlehiyê kir.
BasNewsê çend caran pêwendî bi lîwa Farûq Glî rêveberê navenda polîsê Qerexancirê re kir lê ti bersiv nedan.