Konsulê Amerîkayê: Em piştevaniya xelkê Kurdistanê dikin ku tevlî hilbijartinan bibin

Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê dibêje, “Em piştevaniya xelkê Kurdistanê dikin ku tevlî hilbijartinên 20ê Cotmehê bibin.”

20.09.2024, Cum - 10:14

Konsulê Amerîkayê: Em piştevaniya xelkê Kurdistanê dikin ku tevlî hilbijartinan bibin
Nuçe Belav bike

Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Steve Bittner duhî (Pêncşem, 19.09.2024) di peyameke vîdyoyî de piştevaniya xelkê Kurdistanê kir ku tevlî piroseya dengdana 20ê Cotmehê bibin.

Steve Bittner di peyama xwe de dibêje, “Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê li destpêka Mijdarê hilbijartinan dike, bi awayekî azad û dadperwerane ku di demokrasiya pêşkeftî de piroseyeke giring e, ji ber ku welatiyan piştrast dike ku di darêtina paşerojê de deng heye.”

Navbirî herwesa amajeyê dide, “Bi rêya dengdana welatiyan, serkirde dipirsin û dikarin daxwaza wan qanûnan bikin ku rengvedana pêdivî û daxwazên civaka wan in. Em piştevaniya hemî welatiyên Amerîkayê dikin ên ku mafê dengdanê heye û li Amerîkayê û derveyê welatî ne, wan jî yên ku li Herêma Kurdistanê ne, ku di hilbijartinên Amerîkayê de li meha Mijdarê dengê xwe bidin.”

Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê tekezê jî dike, “Bi eynî awayî, Herêma Kurdistanê jî li 20ê Cotmehê hilbijartinên xwe dike. Em piştevaniya xelkê Herêma Kurdistana Îraqê dikin ku bi dengdanê li Cotmehê tevlî piroseya demokrasiyê li Kurdistanê bibin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 75 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:46:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x