Li Şingalê gorreke din ya komî hat dîtin

Li devera Şingalê ya Kurdistana Başûr, gorreke din ya komî hat dîtin.

12.03.2017, Paz - 08:20

Li Şingalê gorreke din ya komî hat dîtin
Nuçe Belav bike

Berpirsê gorrên komî li devera Şingalê, Seidûn Heskanî ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, gorreke din ya komî li Şingalê hat dîtin ku termê 4 kesan tê de ye.

Heskanî nasnameya yek ji wan kesan eşkere kiriye û gotiye, yek ji wan kesên ku di wê gorrê de ne kurdekî êzîdî ye û xelkê gundê Til Benatê ye.

Li gorî agahiyên wî berpirsê êzîdî, heta niha 35 gorrên komî li devera Şingalê hatine dîtin ku 34 ji wan gorrên êzîdiyan û yek jî ya kurdên şîe ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1777 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:05:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x