ROJAVAYÊ KURDISTANÊ – Artêşa Tirkiyê malên hemwelatiyan xiradike

Hate gotin, ku Artêşa Tirkiyê li gundê Silîb Qeranê ya bajarê Girê Sipî 5 malên hemwelatiyan ruxandin. Herwiha gundê Qitmê yê ser bi Efrînê ketiye ber topbarana hêzên opozisyonê.

18.02.2017, Cts - 12:29

ROJAVAYÊ KURDISTANÊ – Artêşa Tirkiyê malên hemwelatiyan xiradike
Nuçe Belav bike

Çavkaniyekê ji gundê Silîb Qeranê ya ser bi bajarê Girê Sipî ragihand, ku Artêşa Tirkiyê 5 malên hemwelatiyan ruxandine. Li beramber vê yekê jî bi dehan kes derketine ji bo portestkirina vê yekê dest bi xwepêşandanan kirine.

Li gorî gotina heman çavkaniyê, hikûmeta Tirkiyê dîwarê sînorî di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de ava dike û lewma jî malên welatiyan xiradike.

Li beramber vê yekê jî beşekî ji xwelkên wê navçeyê dest bi mangirtinê kirin û daxwaza rawestandina vê projeya avakirina sînor û ruxandina malên welatiyan dikin.

Li gorî zanyariyan ev dîwar 25 metreyan derbasî nav zeviyên gund bûye û tê pêşbînîkirin, ku 5 malên din jî bên ruxandin.

Gundê Silîb Qeran 20 kîlometreyan dûrê rojavayê bajarê Girê Sipî ye.

Ji aliyê din ve çavkaniyekê ji Efrînê ragihand, ku hêzên opozisyona Sûriyê gundê Qitmê yê ser bi nahiyeya Şerra li herêma Efrînê bi 3 topên hawinê topbaran kirin. Di enacamê de ti ziyanên canî nebûne lê zirar gihiştine mal û milkên welatiyan.

Li gorî gotina çavkaniya ji Efrînê ev top ji aliyê bajarê Ezazê ve têne avêtin, ku li wê derê hêzên opozisyona Sûriyê bicih dibin.

Li gorî gotina heman çavkaniyê ev hêz alîkariyan ji Artêşa Tirkiyê werdigirin û gundên derdora Efrînê topbaran dikin û nişteciyan neçar dikin ku ji cih û warên xwe derkevin.

rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1403 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:50:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x