Hêzên Îranê kolberekî Kurd birîndar kirin

Hêzên pasevanên sînor ên Îranê gule berdan kolberekî Kurd ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê û di encam de ew kolber bi dijwarî birîndar bû.

19.05.2023, Cum - 09:40

Hêzên Îranê kolberekî Kurd birîndar kirin
Nuçe Belav bike

Li gor agahiyên Rûdawê, êvara duh Pêncşemê 18ê Gulanê di demjimêr 18:30an de hêzên pasevanên sînor ên Komara Îslamiya Îranê teqe li kolberekî Kurd kirin.

Di encama guleberdana hêzên Îranê, guleyek li singê wî welatiyê Kurd ketiye û bi giranî birîndar bûye.

Kolberê ku teqe lê hatiye kirin, navê wî Farûq Ezîzî û 42 salî ye û xelkê bajarê Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê ye.

Hatiye ragihandin, hêzên Îranê li ser sînorê navbera Herêma Kurdistanê û Îranê, li cihekî bi navê Mêrgedirêj gule berdane wî kolberî û ew birîndar kirine.

Nûçegihanê Rûdawê li navçeya Soranê, Endam Cebar ragihand, kolberê birîndar bi ambulansa nexweşxaneya Hacî Omeranê rakirine Nexweşxaneya Çomanê, lê piştî dermankirina destpêkê, ji ber giraniya birînên wî, ew bo Nexweşxaneya Aştî ya Soranê hatiye veguhastin.

Rêvebirê Tendirustiya Çomanê, Ehmed Hesen jî ji Rûdawê re got, “kesekî birîndar gihandin Nexweşxaneya Çomanê, gelek xwîn ji bedena wî çûbû, lewra rewşa tendirustiya wî ne baş e.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 269 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:06:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x