Amerîkayê derbarê helîkoptera li Duhokê ketiye de daxuyanî da

Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) ragihand ku ti pêwendiya wan bi wê helîkoptera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve nîne ku li Duhokê ketiye xwarê. Pentagin herwiha dibêje wan ti zanyarî berî birêketina wê helîkopterê jî nînin.

22.03.2023, Çar - 11:07

Amerîkayê derbarê helîkoptera li Duhokê ketiye de daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Pentagonê pişttî heftiyekê ji bûyera ketina helîkoptera hêzên HSDê li Başûrê Kurdistanê ragihand ku artêşa Amerîka ti zanyarî derbarî çûna helîkoptera HSDê nebûye.

Berdevkê Pentagonê, General Patrîk Rayder di konfranseke rojanamevanî de got, Amerîka ti pêwendî ya beşdarî di geşta helîkoptera HSDê de nîne.

Patrîk Rayder dibêje: “HSD hêzeke serbixwe ye û bi xwe operasyonîn taybet dike. Artêşa Amerîka berdewam hevbeşa HSDê ye di operasyonên jinavbirina DAIŞê de. Ne Amerîka û ne Hevpeymaniya Navdewletî pêwendî bi bûyera wê helîkopterê nebûne, yan ti zanyariyên wan nebûne berî ku helîkopter birê bikeve.”

Di 15ê Adarê de li herêma çiyayî ya gundê Biryat a girêdayî navçeya Çemankê ya navçeya Amedî ya Duhokê 2 helîkopterek ku endamên HSDê tê de bûn ketibûn xwarê.

Hêzên ewlekariyê yên ku çûn herêmê, di serî de cenazeyên 7 kesan ku 3 jê jin bûn, dîtin. Piştre 2 cenazeyên din ên endamên HSDê hatin dîtin û şandin Saziya Tipa Edlî.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihandin ku 2 helîkopterên ku di nav de endamên Yekîneyên Antî Teror (YAT) jî hene ku ji bo perwerdeyê ji Rojavayê Kurdistanê çûbûn Silêmaniyê, ji ber şert û mercên hewayê ketine xwarê.

HSDê destnîşan kir ku di her du helîkopteran de 9 şervanên bi fermandariya fermandarê Yekîneyên Antî Teror Şervan Kobanê canê xwe ji dest dane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 212 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:41:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x