Pentagon derbarê êrişên li Suriyê: Em leşkerêrn xwe diparêzin

Cîgirê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê diyar kir ku êrîşên li Sûriyê ji bo parastin û berevaniya leşkerên Amerîkî bûn.

26.08.2022, Cum - 05:54

Pentagon derbarê êrişên li Suriyê: Em leşkerêrn xwe diparêzin
Nuçe Belav bike

Li gor berpirsên Amerîka yê 15 vê mehê, grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê bi dronan pêgeha Hêzên Amerîkayê ya li Tanafê ya başûrê rojhilatê Sûriyê armanc kiribûn.

Amerîka dibêje, destpêkê biryar bû 11 pêgeh armanc bikin lê ji ber hebûna sivîlan êrîşa li ser 2 pêgehan hilweşandin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, Amerîka grûpa çekdar a Fatimiyûn armanc kiriye ku grûpeke Şîe ya Efxanistanî ye û Amerîka dibêje ser bi Îranê ye, li gor amarên ne fermî 6 çekdarên Sûrî û biyanî hatine kuştin.

Cîgirê Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Siyasî Colin Kahl anî ziman, “Êrîş ji bo parastin û berevaniya leşkerên me yên li Sûriyê pêwîst bû ku di demên dawî de bûn armanca çend êrîşên grûpên çekdar ên ser bi Îranê ve. Ya herî dawî di 15ê Tebaxê de bû. Bersiva me hevta û hûr bû. Êrîş bi awayekî hat kirin ku ziyanên kêm di nava sivîlan hebin, her wiha bersivek bû li ser cewherê êrîşên grûpên milîsên ser bi Îranê.”

Bersiva Amerîkayê ji bo êrîşa li ser Sûriyê karvedanên navdewletî bi xwe re anîn, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê di daxuyaniyekê de êrîşa Amerîka yê şermezar kir û ew wek binpêkirina serweriya xaka Sûriyê bi nav kir, di heman demê de red kir ku ew pêgehên hatine armanckirin ti pêwendiya wan bi Îranê re hebe.

Aliyek din Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenan li ser êrîşên Amerîkayê got, “Êrîşên Amerîkayê li ser jêrxaneya Sûriyê û xelkê wê binpêkirina serwerî û yekparçebûna Sûriyê ye. Ew pêgehên hatine armanckirin ti peywendiya wan bi Komara Îslamî ya Îranê re nîne.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 260 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:37:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x