Hollande banga qedexeya firînê ji bo Efrînê kir

Serokomarê berê yê Fransayê François Hollande, bi daxuyaniyeke bo rojnameya Le Mondeyê bangewaziya qedexeya firînê bo Efrînê kir û xwest, civaka navdewletî fişara zêdetir li ser Rûsya û Tirkiyeyê bike.

13.03.2018, Sal - 06:44

Hollande banga qedexeya firînê ji bo Efrînê kir
Nuçe Belav bike

Hollande got, "Rûsya hêza bingehîn a li Sûriyeyê ye. Ger hewlên Rûsyayê neyên sînordarkirin, xetera zêdebûna rageşiyê heye."

Serokê berê yê Fransayê li ser operasyona dijî Efrînê jî banga fişara zêdetir li ser Tirkiyeyê kir û da zanîn, "Ez di heman demê de xwe berpirsiyar dibînim, dilê min bi wan ve (Kurd) ye. Dilê min bi Kurdan ve ye, lewra min hê ji bîr nekiriye ku wan di dema herê zehmet de, alîkarî dan hevpeymaniyê û DAIŞ ji bajarê Reqa û deverên din derxistin."

Hollande di berdewamê de got, "Gelekî girîng e ji bo Xûtaya Rojhilat a ku balafirên rejîma Sûriyeyê bombardimanê dike û ji bo Efrînê ku Tirkiye operasyonê dike, hêrêmên qedexeya firînê bên ragihandin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1176 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:05:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x