Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çawuşoglu dibêje Amerîka dubare dibêje Tirkiyê hevkarê wan ê sereke ye, lê li ser erdê ne wiha ye û wan di mijara PKKê û YPGê de lihev nekirine. Wezîrê Derve yê Amerîka jî dibêje hevkariya wan bi Tirkiyê re nayê wê wateyê ku nakokiyên wan tune ne.
Tirkiyê eşkere ji Amerîka dixwaze ku dest ji YPG û HSD berde, lê Amerîka jî dibêje nexêr, ew hevpeymanên wan ên sereke ne di şerê li dijî DAIŞê de û nêzîkî wan nebe. Vê yekî jî wiha kiriye her du alî gotinên nexweş jî ji hev re bêjin.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mevlut Çavuşoglu got: “Di hemû civîn û daxuyaniyekê de berdevk dibêje Tirkiye hevpeymaneke pêwîst e û hevpeymanê NATO ye jî. Lê ya rast hemû caran ne wiha ye. Bi taybetî di warê hevkarîkirina PKK û YPGê de li Sûriyê. Cudahiyên me hene û heta wek îro me nikariye bi ser wan de zal bibin.”
Di çend salên borî de Amerîka û Tirkiye li ser çendîn mijaran peywendiyên wan aloz bûne; ji wan hevkarîkirina HSDê ji aliyê Washingtonê ve ku Tirkiye wek şaxekî PKKê dibîne. Operasyona serbazî bo ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê. Hewldanên Tirkiyê bo asayîkirina peywendiyên ligel Sûriyê. Herwiha kirîna firokeyên F-16 ji aliyê Tirkiyê ve ku îdareya Biden razî bûye lê Kongres li dijî ye. Herwiha mijara endambûna Swêd û Finlandê ya NATOyê. Firotina firokeyên F-35 bo Yunanê. Kirîna Sîstema Berevaniyê ya S-400 a Rûsî.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê li beramber Çavuşoglu nakokiyên navbera Enqere û Washingtonê veneşartin.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî got: “Em hevbeş û hevpeymanên nêzîk in, lê ev nayê wê wateyê ku nakokiyên me nînin. Lê di demekê de ku nakokiyên me hene, diyarkirî jî ji ber wêya hevbeş û hevpeymanê hev in, bi wî rihî çareser dikin.”
Sala borî îdareya Biden planek amade kir daku Tirkiyê razî bike endambûna Swêd û Finlandê ya NATOyê bipejrîne û ew jî 40 firokeyên F-16 bifroşe Enqerê, lê biryara dawî li cem Kongresê ye û heta niha jî ne xuya ye ka Kongres wê daxwaza Tirkiyê qebûl dike, bi taybetî ku Serokê Komîteya Peywendiyên Derve ya Encûmena Pîran a Amerîkayê Bob Menendez gelekî dijî wê fikrê ye.