Amerîka: Em Sûriyeyeke aştiyane ji bo hemûyan pêkhateyan dixwazin
Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje: Em dixwazin Sûriye aram bibe, lê mixabin hefteya borî rewşa welêt gelek nearam bû. Herwiha got: Em dixwazin hikûmeta Sûriyeyê karên baş ji bo gelê xwe bike û wan paşguh neke.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce doh 22ê Tîrmehê di konferanseke rojnamevanî de ragihand: Em ji bo azadkirina barimteyan li Xezzeyê kar dikin û dixwazin ku li herêmê agirbest bê ragihandin.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê amaje bi wê yekê kir ku niha hemû bala wan li ser rawestandina şerê Xezzeyê û azadkirina barimteyan e, herwiha alîkariya mirovî jî digihîje Xezzeyê.
Derbarê Sûriyeyê de, Tammy Bruce got: Cezayên li ser Sûriyeyê hatine rakirin da ku em derfetekê bidin hikûmeta welêt ku karên baş bike. Em dixwazin welat aram bibe, ji ber ku hefteya borî rewşa welêt gelek nearam bû.
Wê behsa wê yekê jî kir ku ew dixwazin hikûmeta Sûriyeyê ji bo gelê xwe karên baş bike. Herwiha tekezî li ser wê kir ku Washington piştgiriyê dide Sûriyeyeke aştîxwaz ku mafê hemû pêkhateyan di nav xwe de bihewîne.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê, behsa şerê Ukrayna û Rûsyayê kir û ragihand: Em herdu welatan han didin da ku vegerin ser maseya diyalogê û ji bo ragihandina agirbestê bigihîjin rêkeftinekê.
Nûvekirina herî dawî: 19:12:00